Partiya Tevgera Neteweparêz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Logo

Milliyetçi Hareket Partisi (Partiya Tevgera Neteweparêz) (MHP), yek ji partiyên zêde rastgîr ên Tirkiyê ye. Damezrêner û îdolê vê partiyê Alparslan Türkeş e.

Bi yekbûna Cumhuriyetçi Millet Partisi - Partiya Gelê Komarger (CMP) û Köylü Partisi - Partiya Gundiyan di 16'ê kewçêrê 1958'î de hatiye damezrandin. Heya sala 1984'î li dijî komûnîst, sosyalîst û çepgîran têdikoşiya û assîmîlasyona (pişavtina) Kurdan ji xwere bingeh digirt. Bi destpêkirina şerê di navbera dewleta Tirk û PKKê îcar berê xwe da Kurdperweran. Navê vê partiyê di gelek dokûment û darizandinên navxweyî û navneteweyî de bi awayeke neyînî cih digire. Ev partî pêşengiya îdeolojiya Pantûrkîzmê (Turancılık, Bozkurtlar, Ülkücüler) û tenê heya sala 1980'î bi kuştina zêdetirî 5.000 Kurd û çepgîrên Tirkiyê tê tewanbarkirin[çavkanî pêwîst e].

Serokên giştî yên MHPyê[biguherîne]

Malperên têkildar[biguherîne]