Patnos
Ji Wîkîpediya
| Panos
|
|
|---|---|
| Welat | Kurdistan (Bakur) |
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Agirî (parêzgeh) |
|
|
Panos an jî Patnos yek ji navçeyên Agirîyê ye. Di sala 1936'î de bûye navçe. Bingeha navçeyê digihê dema Ûrartûyan. Ûrartûyan wekî Aladrî, Romayîyan Patûsîs binavkirine. Gelê herêmê bi tevayî ji Kurdan pêk tê. Dîroka wê wekî ya Kurdistanê ye. Rûber 1.421 km², bilindahî ji rûyê avê 1.650 m ye.
Navçe li ser xeta erdhejê ye. Di salên 1891, 1903, 1907 û 1919'î de erdhejên mezin pêk hatine. Di demên dawî de hemî daristanên herêmê ji aliye dûgela Tirk ve hatine rûxandin. Axa herêmê ji aliyê giya ve xizan e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Deşta Panosê 20 km dirêj e. Çemên Baxdîşan û Avzer, girên wekî Aznawêr, Giresor, Ziyaret û Kevirspî balkêş in.

