Patoz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Patoz
Patoz, li Farqînê, Bakurê Kurdistanê
Dema keşf/îcadê
  • 1786 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Patoz lêxistin

Patoz amûrek e ku kewş dike ka.

Bikaranîna patozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Patoz di dawiya sedsala 20an de ji dêvla gêreyê hatiye bikaranîn. Devek û du jêderkên wê he ne. Di devê re bi melhêban kewş dihê xistin û ji jêderkên wê jî zad û ka dihê derxistin. Lê patozkirin, berî ku ev amûrên demên dawiyê derkevin û werina bikarhanîn jî, li Kurdistanê, genim û ankû nîskên ku ku hişk dibû û dihat levdayîn li hevdû, wê bi amûrekê ku berfireh û ku bi kevir bê û ankû ku tiştna din bê ku dihata girankirin wê li ser re bi kişandina sawalên weke ga û ankû sawalên din ên weke ga bihêz wê bihata kişandin û li ser bihata gerandin. Car bi car, ev gerandina, bi roja didima heta ku hûrkirin dibû ji bo ku ve were vaqatandin. Ew amûrên ku ji bo ji bo perçiqandinê dibûn, ku mirov li ser jî di deme kişandinê li ser dirûniştin ji wan re zibar. Piştî ku hûrbûn bû, piştre wê melhêb werina derdixstin û bi melhêbên berhevkirin û jevcudakirinê re wê genim û ka û ankû nîsk û ka wê werina jevcudakirin. Lê piştî ku ew amûrên patozkirinê ên weke ku bi trektoran re tê bikaranîn ku derket, êdî ew awayê karkirinê jî bixwezê ji holê rabû û winda bû. Lê ew awayê berê bi sadsalan, weke awayê ku dihat bikaranîn di palayî de. Di palayiyê de bê û an di berhevkirina genim, nîsk û hwd ku hê li erdê bû berhevkirina wê bê, bi alikarîya ku mirovan dide hevdû dikirin. Bi wê jî, piştî ku herkesekî karê xwe bi hev re bi dawî dikirin, êdî wê "şahiya dawiya palayiyê" wê were lidarxistin û wê hemû xelk bi hev re têde lev bigihina li hevdû. Heta roja me jî, li herêma Botanê û hwd li Kurdistanê, ew şahî ne weke berê jî bê hatiya berdewamkirin û hatiya heta dema me. Helbest ku dengbêjan weke "helbestên palayiyê" ku digotin, êdî di van deman de dihat gotin[çavkanî hewce ye].

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]