Paul Éluard

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Paul Éluard helbestvanekî frensîye.

Paul Éluard, di 14'ê berfanbarê a sala 1895 de li bajarê Saint-Denis hate dinê. Bavê wî karmend û diya wî jî terzîtî dikir. Navê wî yê rastîn Eugène Grindel e. Dema bavê wî terka malbata xwe kir, ew hê zarok bû. Diya wî ew û her du birayên wî çûne cem pîrika xwe. Ewî zarokaniyek gelek bi êş û jan bihurand. Di huvdeh saliya xwe de bi nexweşiya êşa zirav, kefte nav nivînan. Du salan di senatoryumekê de raza û ji perwerdehiya xwe dûr keft. Piştî ku ji nexweşxaneyê derkeft, wî birin leşkeriyê. Piştî pênc mehan îcar nexweşiya Bronşîtê bela xwe lê da. Ji ber êş û nexweşiya wî di leşkeriyê de karê namenivîsandina leşkeran û xwendina wan didinê. Di ber hemû van êş, jan û karên xwe re her tim kitêb li ber destê wî ne û wêjeya Frensî dişopîne û dinivîse. Bi mirina Apollinaire gelek diêşe û li ber wî dikeve.Pişt re rastî gelek wêjevanên xort dihê; L.Aragon, A.Breton, R.Desnos, H.Arp, M.Ernest...û bi van re tevlî Dadaist’a (Rêbazeke ku qet giringî bi rêzikê zmên û estetîkê nade) û surreralîstan dibe.

Gora Paul Éluard

Di sala 1924 ê de derdikeve rêwîtiyekê ku dê paşê ew bi xwe jî poşman bibe. Ji Tahiti, Gravên Cook, Zelanda Nû, Cava, Sumatra, Seylan, Hindistan. Pişt re hevala wî Gala diçe hawara wî û wî dihêne Marsîlyayê. Li dijî Franko dikeve nava rêzeçalakiyan û di nav refên Azadîxwazên Spabyolî de cihê xwe digire. Helbesta wî ya bi navê Liberte (Azadî) mîna sirûda azadiyê olan dide û di serhildanê de cihekî taybet digire. Di sala 1946 de dev ji Gala berdide û bi Nuch re dizewice. Di nav şahidên vê zewacê de yek jê jî Pîkaso ye. Di sala 1952 an, di roja 18 ê Sermawezê de bi nexweşiya dil diçe ser dilovaniya xwe.

Eluard, di afrîneriya xwe de da pey Sureralîstan. Wî her tim êş, kul û xemên civaka xwe anî zimên. Zimanekî sade, herikbar û rojane bikar anî. Ji kelepûra helbesta Frensî sûd wergirt û li ser wê qesreke xweşik û bêhempa ava kir. Ticar stranên xav û beredayî negotin. Bi riya helbestê pireke saxlem di navbera xwe û mirovahiyê de ava kir. Wî hemû serpêhatiyên xwe ên bi êş û jan mîna mirovekî ji rêzê vegot û bo vê gotinê jî şêwazeke cuda ji xwe re ava kir. Bi ristên kurt û balkêş hest û dilîniyên cemawer rakir pêdarê. Di helbestên wî de dem ne bi sînor e. Remz û sembolên ku bikaranîne pir bi hosteyî afirandine. Marcenak, bo rasteqîniya di helbesta wî de wiha dibêje; “Însan ne ji bo şer hatiye dinê, lê ji bo bi jin û zarokên xwe re bextewer bijî.

Helbestên Eluard heta mirovahî hebe dê mîna tîrêjên rojê bibiriqin û hêvî, daxwaz û riya bexteweriya wan ê rohnî bike.

Tev li şerê cîhanê ên yekemîn dibe, ev şer bandorekî mezin li ser helbestvan dihêle, piştî wî dibe endamê partiya Kominîst

Di şerê cîhanê ên 2. de di nav tevgera berxwedanê de cîh digre wî deme helbesta xwe a "Azadî" bi dizî dide weşandin.

Niha di wêjevaniya frensî de di nav ên herî mezin da cîh digre. û helbestên li gelek zimanan hatîye wergerandin.

18.11.1952 da bi kirîza dil terê ser dilovaniya xwe.

Helbesta wî ya bi navê AZADÎ [1]

Li deftera xwe ya dibistanê

li darên maseya xwe

li xîzî li berfê

navê te dinivîsim

Li hemû rûpelên nivîsandî

li hemû rûpelên vala

li kevirî li xwînê li kaxezê li xweliyê

navê te dinivîsim

Li wêneyên zêrrkirî

li çekên şerrvanan

li taca paşayan

navê te dinivîsim

Li çolistan û dehlistanê

li hêlîna firrindeyan li nokan

li dengvedana zarrokiya xwe

navê te dinivîsim

Li seyriyên şevê

li nanê sîs yê rojê

li demên dezgirtî hev

navê te dinivîsim

Li zeviyan li qeraxa esman

li çengên çivîkan

li aşê siyan

navê te dinivîsim

Li her hilma elindê

li deryayê li keştiyan

li çiyayê şeyda

navê te dinivîsim

Li kefa ewran

li dilopên xuhokî yên bahozê

li barana tund û bêtam

navê te dinivîsim

Li dirûvên dibiriqin

li demjimêrkên rengan

li rastîniya fizîkî

navê te dinivîsim

Li şiverêyên haybûyî

li rêyên vebûyî

li meydanên di ser kinarên xwe re berfire dibin

navê te dinivîsim

Li lampeya hildibe

li lampeya ditemire

li xaniyên hatî hev

navê te dinivîsim

Li fêkiyê awêneyê

û odeya parvekirî

li doşeka xwe ya vala

navê te dinivîsim

Li seyê xwe yê hesûd û sernerm

li guhên xwe yên durhîkirî

li destê wî yê goc

navê te dinivîsim

Li nêrdewana ber deriyê xwe

li tiştên nas

li hurmîna bayê pîroz

navê te dinivîsim

Li rûyê pencereya surprîzan

li lêvên hişyar

li raserî bêdengiyê

navê te dinivîsim

Li stargehên xwe yên ruxandî

li bircên xwe yên hilweşî

li dîwarên bêriya xwe

navê te dinivîsim

Li dûriya bêbêrîkirin

li tenêtiya tazî

li gavên mirinê

navê te dinivîsim

Li saxiya vegerrî

li xeteriya rê lê hatî girtin

li hêviya bêbîr

navê te dinivîsim

Û bi hêza peyvekê

dîsan dest bi jiyana xwe dikim

hatim dinyayê daku te binasim

da ku nav li te bikim

Azadî

Werger:Husein Muhammed

Berhem [biguherîne]

  • La Vie immediate (1932),
  • La Rose publique (1934),
  • Les yeux fertiles (1936)
  • Cours naturel (1938)

Çavkanî [biguherîne]