Paul Julius Reuter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Paul Julius Reuter

Paul Julius Freiherr von Reuter (Baron Reuter; * 21'ê tîrmehê 1816 li Kassel; † 25'ê reşemiyê 1899 li Nice, Fransa) karsazekî Alman bû û ajansa nûçeyan a navdar Reuters damezrand.

Navê wî yê berê Israel Beer Josaphat bû û ew bi xwe Cihû bû. Ji malbateke karsaz ê navdar bû piştî koçberiya xwe bo Berlînê navê xwe diguherîne. Li Almanyayê nebaşbûna rewşa Cihuyan (herçendî wî ola guhertibû û bûbû Mesîhî jî) wî mecbûrê koçberiya Brîtanyayê dihêle. Ew li wir bingeha ajanseke nûçeyan davêje û bêhtir bi wê nasdibe.

Ji ber xebatên xwe yên zîrek û serkeftî ji aliyê keyaniya Brîtanya ve bi xelata "baron" tê xelatkirin.