Pavel Çerenkov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pavel Aleksejevîç Çerenkov

Pavel Alekseyevîç Çerenkov (bi rûsî: Павел Алексеевич Черенков)(* 28'ê tîrmehê 1904 li Novaya Çîgla; † 6'ê rêbendanê 1990 li Moskow) fîzîknasekî navdar ê Rûs bû.

Li zanîngeha dewletê ya Voroneşê xwendiye û doktoraya xwe li Enstîtuya Lebedevê li cem Sergey Îvanovîç Vavîlov daye. Bi keça profesorek wêjeyê re marî bûye (zewiciye) û du zarokên wan bûne.

Sala 1934 li ser xwêyên (solên) ûranê lêkolîn kiriye û sazûmaniya wan a elektronan analîz kiriye. Ji bo standardkirina pîvanên wan bi navê Tîrêja Çerenkov pîvanek avakiriye. Carnan bo wê Tîrêja Vavîlov jî tê gotin lewra keda wî jî gelek hebûye.

Çerenkov sala 1958 bi tevî Îlya Mîxaîlovîç Frank û Îgor Yevgenyevîç Tamm Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye. Sala 1953 bûbû profesorê fîzîkê.

Sala 1970 dibe endamê Akademiya Zanistiyê ya Rûs. Sala 1983 ji aliyê YKSSê ve bi xelata lehengê xebata sosyalîst tê xelatkirin. Wî li ser foto-nûklear û foto-meson-reksiyonan jî lêkolîn kiriye.

Girêdanên derve[biguherîne]