Pavel Çerenkov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pavel Cherenkov hat beralîkirin)
Pavel Çerenkov
Navê rastî
Павел Алексеевич Черенков Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn28 tîrmeh 1904 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Novaya Chigla (Voronezh Governorate, Împeratoriya RûsîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin6 kanûna paşîn 1990 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mosko Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêgoristana Novodevîçye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Rûsî, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Voronezh State University Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Fizîknasa/ê nukleer
  • dahêner li ser wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Hevjîn
  • Maria Putintseva Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pavel Alekseyevîç Çerenkov (bi rûsî: Павел Алексеевич Черенков) (jdb. 28ê tîrmeha 1904an li Novaya Çîgla; m. 6ê kanûna paşîn a 1990an li Moskow) fîzîknasekî navdar ê Rûs bû.

Li zanîngeha dewletê ya Voroneşê xwendiye û doktoraya xwe li Enstîtuya Lebedevê li cem Sergey Îvanovîç Vavîlov daye. Bi keça profesorek wêjeyê re marî bûye (zewiciye) û du zarokên wan bûne.

Sala 1934 li ser xwêyên (solên) ûranê lêkolîn kiriye û sazûmaniya wan a elektronan analîz kiriye. Ji bo standardkirina pîvanên wan bi navê Tîrêja Çerenkov pîvanek avakiriye. Carnan bo wê Tîrêja Vavîlov jî tê gotin lewra keda wî jî gelek hebûye.

Çerenkov sala 1958 bi tevî Îlya Mîxaîlovîç Frank û Îgor Yevgenyevîç Tamm Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye. Sala 1953 bûbû profesorê fîzîkê.

Sala 1970 dibe endamê Akademiya Zanistiyê ya Rûs. Sala 1983 ji aliyê YKSSê ve bi xelata lehengê xebata sosyalîst tê xelatkirin. Wî li ser foto-nûklear û foto-meson-reksiyonan jî lêkolîn kiriye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]