Pedro Cays

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pedro Cays navê koma giravên ku di nava Banka Pedro de disekinin e. Girav tevli komara Jamaika ne û ji vê 97 km dûr in.

Ji çar giravan pêk tê û navê wan jî Northeast Cay, Middle Cay, Southwest Cay û South Cay ne. Mezinahiya giravan bi giş digihêjin 15,2 hektaran û li ser wan gelek zinarên biçûk jî hene. Herwiha, li ser giravan dar û bîşe mezin dibin û ew yek ji aliyê req û çûkan ve wekî helîn têne bikaranîn. Ji boy parastina xwezayê li ser girava Middle Cay îstasyonek hatibû avakirin. Ji xeynî îstasyonê ti kes li ser van giravan najî. Wekî din, gihîna van giravan ji boy turîzm û masîgirî vekirî ye.

Derdora ew giravan koral û axûya dengizê hene.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]