Penîr
Ji Wîkîpediya
Penîr an penêr zadekê hişk e ko ji şîrê çêlan, mîhan, bizinan û memikdarên dî dihêt çêkirin. Şîrî bi hêvênê penîrî anko rennetê û tirşandinê dikin penîr. Bakterî dikarin şîrî bitirşînin û dewrekê giring di pêkhatina penîrî û çêj anko tam û bêhna penîrî da digêrin.
Bi sedan coreyên penîran hene. Penîrên corane bi rêya bikaranîna şîrê memikdarên cidacida, bakterîyên cidacida û şêwazên dî dihên berhemanîn. Zadê ko memikdar dixwerin û bikaranîna giyayên bêhndar jî yek ji rêyên berhemanîna coreyên penîran in.
Jibo hindek penîran şîrî bi sirke an ava lîmoyê ditirşînin. Lê piraniya penîran bi rêya tirşandina şîrî bi bakteriyayan dihên çêkirin. Bakterî şekira şîrî dikin Tirşê Şîrî anko laktîk asîd. hêvênê penîrî coreyekê anzîman e ko bi awayekê kevneşopî ji navpoşa aşika savayên pez û gareşan dihêt girtin. Lê niha ev hêvên di ezmûngehan da jî dihêt berhemanîn.
[biguherîne] Çend cureyên penêran
- Jajî, li Behdînan
- Jajiya babûrî
- Penêrê babûrî
- Penêrê bisîrik
- Penêrê derfa
- Penêrê Dîlokê
- Penêrê eyar / penêrê eyaran
- Penêrê gvîpincar (?)
- Penêrê kezî
- Penêrê meşkê
- Penêrê pûngê
- Penêrê reşreşkê
- Penêrê siyaboyê
- Penêrê sîrikê
- Penêrê spî
- Penêrê sûravkê
- Penêrê ter
[biguherîne] Çend giya ji bo bêhndarkirina penêrê

