Pepûk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn


Pepûk
Pepûk.jpg
Rewşa parastinê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Cuculiformes
Famîle: Cuculidae
Cins: Cuculus
Cure: C. canorus
Navê zanistî yê latînî
Cuculus canorus
Linnaeus, 1758

Pepûk (navê zanistî yê latînî: Cuculus canorus), çûkekî li Kurdistanê bi çîroka xwe navdar e.

Şayes[biguherîne]

Reftar[biguherîne]

Li çolan, daristanan û li zilên nêzî çiravan dijî. Bi kêzik û maşotan xwe xwedî dike. Car carinan maran [çavkanî pêwîst e], mişkan [çavkanî pêwîst e] û marmarok û gumgumokan jî dixwun.

Ew bixwe hêlînê çênake. Hêkên xwe bi granî datîne hêlînên fîkarên biçûk yên wek bilbil û çûkên zilek. Ev çûk, wek hêka xwe li hêka pepûkê dinerin û çêçika ji hêkê derdikeve jî wek çêçika xwe xwedî dikin. Karê pepûkê di vir de tenê car carinan xewlekirina hêlînê û hêkê ye.

Pepûk di wêjeya kurdî[biguherîne]

Çîroka pepûkê[biguherîne]

Hebû tunebû, pir zeman berê, kes nizane li ku derê
xwişk û birayek hebûne. Diya wan dimire, ew sêwî
dimînin. Bavê wan dizewice. Ew berê kêf dikin,
dibêjin: Êdî dayîkeke me jî heye! Lê dêmariya wan
keseke pir dilxirç û dilreş bûye. Ji zarokan heznekiriye.
Xwestiye serê zarokan wenda bike.

Dêmarî rojeke biharê binê tûr qul dike,
dide pişta kurik û wan dişîne kerengan.
Keçik û kurik kerengan berhev dikin, tûr
tijî dikin. Keçik tûr dide pişta birayê xwe.
Kereng di rê de, di cihê qulkirî re tev
dikevin. Dema ew nêzîkê gund dibin,
keçik dibîne ku di tûr de kereng nemane.
Ew ji birayê xwe re dibêje:
- Te hemû kereng xwarine, di tûr de
hebek nehiştiye. Wê dêmariya me me
bikuje.
Lawik berê matmayî li tûr dinêre. Dû re dibêje:
- Na min kereng nexwarine!
Li ser vê mijarê kurik û keçik pevdiçinin. Di dawiyê de keçik diqehire û xilçê
kerengan li serê birayê xwe dixe. Birayê wê, li wê derê dikeve û ew dimire.
Keçik berê ji tirsan nizane çi bike. Rûdine û digîrî. Paşê birayê xwe dike mezel.
Lê newêre biçe malê. Li ser kevirekî rûdine û bi dengê bilind digîrî.
Dibêje:
- Pepûk ev çi bû, min kir. Min kuşt, min kuşt,
min hilanî! Ez çi xweliyê li serê xwe bikim?
Ez bi ku ve biçim?
Ji Xwedê re dua dike ku xwedê wê ji vê karesetê
rizgar bike. Li gor çîrokê Xwedê wê dike çûçik.
Navê wê jî dike pepûk.
Ew roj e, ev roj e. Pepûk heroj ji bo birayê xwe digîrî
û dibêje:
- Pepûk! Kê kuşt, min kuşt, kê şûşt min şûşt. Pû pû pû pû pepûk pepûk!
Lema gava jinên kurdan jî digîrîn û hawar dikin, dibêjin:
Pepûk!... Wî li min, li min!.. Pepûk!... Pepûk!...

Çavkanî[biguherîne]

(Ji http://www.dengemamoste.com/dosya/Pepuk.pdf hatiye girtin)