Peqlewe
Peqlewe (carnan, beqlewe yan beqlewa) (erebî: بقلاوة , ermenî փախլավա (pʼaḫlawa), albanî Bakllava, azerî paxlava, yewnanî Μπακλαβάς, farsî باقلوا (bâqlavâ), romî (tirkî) baklava) şîranîyeke navdar e ku li Asya, başûrê Ewropa û bakurê Afrîkayê bi heman navê tê zanîn û xwarin. Hin variyantên wê hene. Variyanta kurdî, dişibe ya ermeniyan.
Li ser derketina vê şîraniyê gelek angaşt hene. Dewleta Romê (Tirkiye) peqlewe jî wekî tevahiya xwarin-vexwarinên ereb, yewnan, kurd, faris, balkanî ûêd, bi navê "xwarin-vexwarinên tirk" bipatent kiriye. Tirk îdia dikin ku ev jî ya tirkan e.
Di zimanê ermenî de bax tê wateya "dema rociyê, rocîgirtinê". Tê gotin ku navê peqleweyê ji du bêjeyan e, bax û helaw (an halwa). Ango "helawa rociyê". Hin zanayên ereb gotine ku navê wê bi erebî ye, ji baqla (baqil) û halwa (helaw) pêk hatiye, di wateya "helawa baqilê" ye.
Tirk jî dibêjin navê wê ji lêkera baglamak (girêdan) e, di wateya "şîraniya tê girêdan".
Lê pirraniya zanayan dibêjin ku ev ne ji tirkan derketiye, lewra gelên koçber tevahiya xwarin-vexwarinan ji yên xakecihî (akincih) digirin, derfeta û jiyana wan rê nade ku xwarinên pirr tişt dikevinê û teknîkên pijsandinê divên, bidin ser.
Şîraniyeke rû peqpeqî ya hevîrê ye. Standardeke wê nîne. Di peqleweya Meledîyê de ev hene: Şikevaya tenik, fistiqa Dîlokê, behîv, findiq, gûz, doşaviya hingivê.
Variyantên sereke [biguherîne]
- Li Kurdistan, Ermenistan û Îranê, behîv û fistiq pirr dikevinê
- Li Balkan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bêhtir kakilê gûzê tevlî dikin.
- Li cîhana ereban û Îranê ji doşaviya gulavê hez dikin.
- Li Yewnanistanê doşaviya hingivê, ava lîmon û darçînê tevlî dikin.