Perîdanka qîvaran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Perîdanka qîvaran

Perîdanka qîvaran (navê wê bi latînî: Vanessa cardui, bi îngilîzî: Painted lady), jê re xweşika biboyax jî dihê gotin. Dişibite Vanessa atalanta lê jê cuda ye.

Di navbêna 3 û 5 rojan di hêkê de dimîne, paşî qedera 7-11 rojan jî wek maşot dijî. Di vê dema maşotiyê de gelek caran kirasê xwe diguherîne heyta ku pirça xwe gişî biweşîne, bazikan derxe û bibe perîdank.

Li her deverê û di her demê de dihê ditîn. Firehiya bazikên wê bi qeysî 5-6 cm ye.