Perihan Mağden

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Perihan Mağden
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Robert College (en)
Zanîngeha BosforêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe

Perihan Mağden (jdb. 1960, Stenbol, Tirkiye) nivîskareke tirk ye. Di gelek rojnameyan de nivîsiye. Bi eslê xwe gurcî ye lê xwe wekî tirkekê dibîne.

Li Koleja Robertê a di Stenbolê ye û di Zanîngeha Bosforê beşa derûnînasiyê de xwendiye. Li gelek welatan geriyaye û li derveyî welat di karên cuda de xebitiye. Di nava salên 1997-2005ê de di rojnameya Radikalê de xebitiye. Payîza sala 2006ê de xwe daye nivîskariya kovaran. Di kovara REDê de nivîsarên wê hatine weşandin. Ji sibata 2007ê ve dîsa vegeriyaye Radikalê.

Ji 3ê çiriya paşîn a 2011an ve dest bi qunciknivîskariya rojnameya Tarafê kiriye. Hin romanên wê bûne fîlm jî.

Pirtûkên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Haberci Çocuk Cinayetleri - Kujeriya zarokê nûçegihan (kurteroman) (1991)
  • Refakatçi - Pêratîvan (roman) (1994)
  • Mutfak Kazaları - Darazên pêjgehê (helbest) (1995)
  • Pazartesi Yazıları ya da Hiç Bunları Kendine Dert Etmeye Değer mi? - Nivîsarên duşemiyê yan ji çi re ye evana li xwe bikin derd? (1997)
  • Kapı Açık Arkanı Dön ve Çık!/Habaset Yazıları - Derî vekiriye vegere û derkeve/Nivîsên nemerdî (1998)
  • Radikal Yazıları ya da Fakat Ne Yazık ki Sokak Boştu - Nivîsên radîkal an mixabin ku kolan vala bû (1999)
  • Herkes Seni Söylüyor Sahi Mutsuz musun? - Her kes te dibêje aya bextewar î? (2001)
  • Dünya İşleri - Karên cîhanê (2001)
  • İki Genç Kızın Romanı - Romana du azeban (2002)
  • Topladım Dağılan Kalbimin Herrr Köşesini - Berhev kir her parçeyeke dilê xwe (2003)
  • Korkma Bu Akşam Gelip Çalmam Kapını - Netirse dê îşev li derê te nedim (2004)
  • Best of Perihan Mağden (2005)
  • Aktüel Yazıları ya da Hangimiz Uğramadık ki Haksızlıklara? - Nivîsarên aktual an kê ji me rastî neheqiyan nehat? (2006)
  • Politik Yazılar - Nivîsarên polîtîk (2006)
  • Biz Kimden Kaçıyorduk Anne? - Em ji kê direviyan mama? (hezîran, 2007)
  • Son Yazılar - Nivîsên dawî (kanûna pêşîn 2008)
  • Ali ile Ramazan - Ali û Ramazan(sibat, 2010)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]