Peterê Mezin

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pederê Mezin

Peter I. ya Peterê Mezin, (bi rûsî: Пётр I Великий; * 30'ê gulanê/9'ê tîrmehê 1672 li Moskow; † 28'ê rêbendanê/8'ê reşemiyê 1725 li San Petersbûrg) çarê (keyserê) Rûs yê navdar e.

Lawê Çar Aleksey Mîxaîlowîç ji Natalya Kîrîllowna Narîşkîna ye. Bi darê zorê desthilatiyê ji bira û xûşkên xwe distîne û di sala 1696'î de bi tenê li ser text dimîne. Pederê Mezin di zexmkirina împaratoriya Rûsyayê de reformên bêhempa kiriye. Derketiye gera Ewropa û li wir çî dîtiye, xwastiya li Rûsya jî avabike. Piştî vegera xwe bingeha artêşeke xurt davêje û girîngiyê dide hêza deryayê. Ji Ewropa gelek zanyar, hosta, endazyar hwd tîne û li seranser Rûsyayê nûvejînek pêk tîne.

Pederê Mezin di dîroka Rûsyayê de xwedî ciheke bêhempa ye. Navê xwe dayê bajarê San Petersbûrgê.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din