Pezmijoka Bengalê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pezmijoka Bengalê an Pezmijoka Hindî
Pezmijoka Bengalê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Lacertilia
Famîle: Varanidae
Cins: Varanus
Binecins: V. (Empagusia)
Cure: V. bengalensis
Navê zanistî yê latînî
Varanus bengalensis
(Daudin, 1802)
Hevwate

Tupinambis bengalensis

Pezmijoka Bengalê an pezmijoka Hindî (Varanus bengalensis), cureyek e pezmijokên girsin ku berfirehî li Başûra Asyayê têne dîtin û bi taybetî Hind û Bengalê.

Şayîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjiya pezmijoka Bengalê dighêje nêzî 175 cm ,ku qasî dirêjiya ji herêma pozê ta pêş dûvikê 75 cm û dirêjiya dûvikên qasî 100 cm. Bi gelemperî nêr ji mê mestir e. Giraniya pezmijokekê dighêje nêzî 7.2 kg, lê ji vê giraniyê bêtir dibe ku dema tê girtin.[1]

Serê V. bengalensis ya mest, Ezhimala, Kerala, Hind

Belavbûn û jîngeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Belavbûna binecureyên pezmijoka Bengalê ji Îran ta Java li Indoniziya yê heye,ku ew belavbûna tewrî berfere di nav cureyên pezmijokan. Pezmijoka Bengalê li newalên çeman li rojhilatên Îran, Efxanistan, Pakistan, Hind, Nepal, Srî Lanka, Bengal û Burma têne dîtin. Binecureya Varanus bengalensis nebulosus an pezmijoka ewravî ,li başûra Burma, Viyetnam, Kamboca, Taylenda, Malezya , Sumatra, Java û Giravên Sunda têne dîtin, lê li Giravên Andaman nehatibû dîtin.[2]

Belavbûna cure û binecureyên pezmijoka Bengalê bi giştî di blindbûnek e jêrîn e. Pezmijoka Bengalê, li çolên ziwa û daristan ên şil dijî. Piraniya caran li herêmên çandinê têne dîtin û li asteya bilindî qasî 1500 cm dîsa têne dîtin.[3]

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pezmijokên mest ger dikanin hindir daran bikulin ta ku dest li hinek parçemkên bigirin û bixwin.Nêçîriya pezmijoka Bengalê ji: kêz, larveyên kêzan,çengrast, dûpişk, qapûşk, mûrî û nemovikdarên din. Lê nêçîriya pezmijoka Bengalî ji movikdaran ku gelek tewrende ye ewin: beq, masî, qirtîş, mar û kojeran. Pezmijoka Bengalî carnan candek an laşê canewer û ajalên mirî û fetisî dixwe.[4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Auffenberg (1994):14-15
  2. ^ Auffenberg (1994):86
  3. ^ Auffenberg (1994):103-118
  4. ^ Auffenberg (1994):267

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Pezmijoka Bengalê de hene