Pişorik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pişorik, pişrik, pişûrik xwarineke bigoşt e. Di pêjgeha kurd de bi heman navê çend xwarin hene.

"Piş" di wateya xwarina ku pişa xwe girtiye, kewa xwe, çêja xwe girtiye ye. Ji ber wê kurdan hin xwarin bi navê pişorik, pişûrikê binavkirine.

Berkeliya pişorika parêzgeha Colemêrgê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çortana xwe di nava avê de bihelînin, dewijî bikin. Nîska xwe bikelînin. Pîvaza xwe hûrane hûr bikin, di rûnbirêşkê de, di nava rûn de bi tevî mergeyê biqijilînin. Li ser daxwazê hûn dikarin hinekê îsota tûj jî pê werbidin.

Qelî yan goştê berê hatiye pijandin, hûr hûr hûr bikin, tevlî nava sosa xwe ya di rûnbirêşkê de ye bikin.

Dewê çortana xwe berdin quşxaneyekê, rişteyê berdin navê, nîska ku we berê xaşandibû jî tevlî bikin. Bi hev re bikelînin. Paşê sosa we hazir kiriye jî berdin navê û îcar bi hev re bikelînin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifreyê).