Nûçe: Piştî tevkujiya Mêrdînê 26 Cerdevanan çek danîn
Ji Wîkîpediya
(Hat ragihandin ji Piştî tevkujiya Mêrdînê 26 Cerdevanan çek danîn)
WÎKÎNÛÇE
Çavkaniya azad ku tu jî dikarî tevlî bibî.
În, 8'ê gulanê 2009 - Li Wanê ji bo protesto kirina Sistema Cerdevaniyê 26 Cerdevanan ji gundê Heretîsa navçeya Elbaka Wanê çekên xwe teslîmî dewletê kirin. Cerdevan dan diyarkirin ku piştî tevkujiya li gundê Zanqirt a girêdayî Şemrexa Mêrdînê ew êdî şerm dikin û nikarin çekên dewletê hilgirin. Di 4'ê gulanê 2009'an di encama erişeke çekdarî ji aliyê cerdevanên gund de 6 jê zarok, 16 jin, bi giştî 44 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê êdî gelek derdor daxwaza rakirina Sistema Cerdevaniyê dikin. Li Kurdistanê vêgavê derdora 50 hezar cerdevanên gundan ji bo "parastin û asayişê" xabatê dikin.
[biguherîne] Çavkanî
- Azadiya Welat: Li Wanê 26 cerdevanan çek danîn (7'ê gulanê 2009)