Pierre-Gilles de Gennes
Pierre-Gilles de Gennes (* 24'ê kewçêrê 1932 li Parîs; † 18'ê gulanê 2007 li Orsay) fîzîknasekî Fransî bû. Sala 1991'î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtibû.
[biguherîne] Jiyan
Li disbistana École Normale Supérieure perwerdeyê dibîne. Heya sala 1959'î wekî endazyarê lêgerînê li navenda atomenerjî ya Saclay dixebite. Li wir bi giranî li ser têkiliyên neutronan û magnetîzma wan disekine. Piştre li zanîngeha California ya li Berkeley li ser fîzîka parçeyî û yekgirtiyê dixebite. Sala 1961'î dibe asîstentprofesor. Sala 1968'î bala xwe berdide mijarên nû wekî krîstalên herikbar (diherikin). Ji sala 1971'î virde wekî profesor li Collège de France li ser karkiriye.
[biguherîne] Xebat û girîngiya wî
Gennes fîzîknasekî zîrek bû. Li ser krîstalên herikbar (diherikin) û polîmeran lêkolînên wî navdar in. Li ser polîmerfîzîkê gelek rawestiyaye. Dîsa di warê fîzîka materyalên dînamîk de xwedî heman girîngiyê bû.
[biguherîne] Nivîsên wî (bi îngîlîzî)
- P. G. de Gennes, F. Brochard-Wyart, D. Quéré: Capillarity and Wetting Phenomena : Drops, Bubbles, Pearls, Waves. Springer, 2003, [ISBN 0-387-00592-7]
- P. G. de Gennes, J. Prost: The Physics of Liquid Crystals. Clarendon Press, Oxford 1993, [ISBN 0-19-852024-7]
- P. G. de Gennes: Simple Views on Condensed Matter. World Scientific Publishing Co, 1998, [ISBN 981-238-282-8]
- P. G. de Gennes: Scaling concepts in polymer physics. Cornell University Press, Ithaca 1979, [ISBN 0-8014-1203-X]
- P. G. de Gennes: Superconductivity of Metals and Alloys. W. A. Benjamin, 1964, [ISBN 0-7382-0101-4]
- Armand Ajdari: Pierre-Gilles de Gennes (1932 – 2007). Nachruf in: Science, Band 317 vom 27. Juli 2007, S. 466 (auf Englisch)
