Pilo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pilo (bi latînî: Myrmeleon formicarius) navê kurmikekî axê ye. Ew tim di axê de kortikan dikole. Paşê gir dibe pi per dibe dikane bifire.

Pilo kurmikeke di herêma Efrîqa, Awûstûrya û Behra Spî dije. Ji xwe jiyana xwe li gorî neçirvaniyê şêwandiye: Dema ku kortika xwe (malika xwe) çêdike, xwe tê de vedişêrîne û li benda xwarina xwe dipê. Taybetiya kortika xwe ev e ku Pilo vê kortikê wekî kortika neçirê bikartîne: Dema kurmek (bi gelemperî morîyek) lê nêz dibe, ji nişka ve dikeve neçirê û êdî nikare xwe xelas ke. Lê bi tenê piloyên ku li derdora Behra Spî (û li Kurdistanê) de dijîn neçirvan in.

Neçira Pilo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Da ku pilo karibe neçirê bike sê gav jê re pêwîst in:

  • Berî her tiştî Pilo xwe paşve tevdigere û xwe cal dike.
  • Piştî ku xwe di heriyê de cal kir, pilo xwe paşve dizivirîne da ku kormika xwe wekî spîraleke avabibe.
  • Dema ku xwe paşve zivirî û gihîşte navîna kortika xwe, Pilo serê xwe yê mezin ji erdê derdixîne û heriyê çedike hemberî derve. Bi vî awayî Pilo kortika xwe hîn kûrtir dike.

Li gorî zanyaran Pilo ewqas xurt e ku dikare kevirên 30 qat ji wî girantir bavêje derve. Herwiha Pilo, bi avakirina malikê xwe û bi neçirvaniyê xwe bala zanyaran kişandiye ser xwe.

Cihê Pilo di çanda Kurdan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ku tiştek dikeve çavên zarokan hanî dibêjin: "Pilo pilo bavê min, tiştek kete çavê min, ku axe bihelle, ku kevire biteqe, ku çopê bifire."

Euroleon nostras
Kortika kurmikekî Euroleon nostras
Du kurmikên Euroleon nostras
Qozeya Euroleon nostras
Euroleon nostras