Pilor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pilor navê komekê şîranîyên ji hevîr tên çêkirin e. Mirov dikare bêje ku di standarda wê de darçîn heye, bêî wê nabe. Ji ber ku zimanzanên kurd li ser pêjgeha kurd, standardkirina nav û têgînan nexebitîne û lêkolîn nekirine, carnan tevlîhevî derdikevin.

Li hin deveran pilor û helîlikê tevlîhev dikin. Li bakurê Kurdistanê roj bi roj navên bi kurdî yên xwarinan winda dibin, ji ber ku aşxane (restoran) navan bi tirkî didin, kurd jî wan bi tirkî bikartînin.

Cureyên pilorên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berkeliya (melzemeyê) pilora Rihayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) darçîn
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) rûnê malê yê helandî
  • 1 SA ard (arvan)
  • 1/2 SA şekir
  • 3 SA av
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê helandî

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûnê helandî bikin rûnbirêşkê, ard berdinê û biqelînin. Zerayî pê ket, avê berdin navê, tevbidin. Tîr bû li binikên servîsê parve bikin. Parçeyên rûnê malê daynin ser binikan, darçîn û şekirê pê werbikin.