Pira Çarbihurê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pira Çarbihurê li gundê Çarbihur a Gimgimê ye. Li ser riya Gimgim û gundê Dêrik a Anêrê ye. Li ser çemekê ku digihîje Miradê (Mûradê) ye û di nava gund re derbasdibe.

Aya Şêx Seîd li vir hate dîlgirtin?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorî gelek dokûmentên fermî yên dewleta Tirk li vir îxbariya wê û hevalên wê ji aliyê Qaso (Dêlo Qaso) ve hatiye kirin û ew ketine destê hêzên dewletê. Lê berevajî wê gelek dokûment û neql hene ku serokê Kurd ê nemir li ser Pira Evdirehmanpaşa dîl ketiye destên Tirkan. Divê mirov rave bike ku di navbera herdu pireyan de 1-2 km navber heye û dibe ku şaşîtî û nakokî ji ber vê nêzîkayiyê derhatiye.