Pirrlezîz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pirrlezîz, pirr lezîz navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Bi heman navê derbasê romiyan (tirkan) jî bûye (pür lezzet, pür leziz kuftesi).

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goştê kişandî têxin badiyekê mezin. Pîvaza rêşker kirî (rende), sîra kutayî, hêk, kemyon, xwê, îsota reş jî berdin badiyê û bistrên.

Girikên bi qasî gûzê çêkin û di rûnbirêşka teflonî de bi herdu aliyan bipijînin.

Bacanreşkan bişon, bi belekî qalikên wê bigirin. Xelekî tîke bikin, di rûnê ron de biqijilînin. Kartol û firingiyan pakij bikin, qalikên wan bigirin, gloverkî tîke bikin.

Sêniyeke glover a bo firneyê (firûnê) bînin, kufte, kartol, firingî û bacanreşkê xwe li pey hev rêz bikin. Ango pişta wan bidin hevûdu. Mergeya xwe di nava hinekê avê de bihelînin, pê werbikin.

Kevçiyek rûnê nivîşkî tevlî bikin, di germiya 200 pileyê de bavêjin firneyê. Bi germî servîs bikin.