Pirsa Kerkûkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dr. Necmedîn Kerîm: Berî biryara giştpirsiyê li Kerkûkê hildana Ala Rengîn da destpêkirin û di komîteya giştpirsiyê de jî bi awayekî aktîv kar dike

Bingeha pirsa Kerkûkê digihe serdema osmaniyan da, dema osmanî belva bû, parêzgeha Mûsil bi taybetî jî Kerkûk di nav osmanî û dewletên Ewropayê de bû pirsgirêkeke mezin. Ji ber ku osmaniyan digot ev der yê me ye, lê xelkê deverê jî nedxwast. Ev pirsgirêk piştî Tirkiye hatiye avakirin di navbera van dewletan de hate çareserkirin. Lê niha kurd li Kerkûkê bûn desthilat lê tirk ji ber vê dibêjin Kerkûk axa me ye. Piştî 2003ê ku DYA kete nav axa Îraqê kurdên vir bûn xwedî statû. 2017ê kurdan ala Kurdistanê li Kerkûkê daliqand û biryara beşdarbûna giştpirsiya serxwebûna başûrê Kurdistanê jî bû sebebek ku taybetî dewleta tirk û Îran tehdîdan li kurdan bikin.

16ê adara 2017ê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi fermî ferman da ku bi helkefta cejna Newrozê, alaya Kurdistanê li kêleka alaya Iraqê li ser hemû avahî û dezgehên fermî were bilindkirin[1]. 3 roj din bi serokayetîya Necmedîn Kerîm alîyên sîyasî civînek din lidarxistin û li pişt vê biryarê sekînîn û bi lezgînî ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryarek fermî bide[2]. Piştî vê fermanê encûmena Kerkûkê 28ê adarê de kombûnek fermî pêkanî ku ala were bilind kirin an neyê bilind kirin. Di vê kombûnê de encûmena Kerkûkê biryara alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yên bajêr hate dayîn. Her çend Ereb û Tirkmenan li dijî vê civînê derketin û ev civîn boykot kirin[3].Lê hêjayî gotinê ye ku di meclîsa Kerkûkê de 25 endamên Kurd, 9 endamên Tirkmen û 6 endamên Ereb hene. Li ser vê parlamena Îraqê civînek li ser Kerkûkê pêk anî ku di ev civîn ji alîyê Kurdan hate boykot kirin, di vê civînê de biryara daxistina ala Kurdistanê hate dayîn[4]. Tê angaştkirin ku serokê parlamena Îraqê Selîm Cuburî berî vê civînê li gel Balyozê Îranê civîyaye[5]. Piştî biryara parlamena Îraqê, Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm daxuyanî da û ev biryar şermezar kir û got em guh nadin vê biryarê[6].Serokê encûmena Kerkûkê Rêbwar Talebanî jî ev biryar rexne kir û got ku Selîm Cuburî bêalî ji destdaye[7].

Piştî biryara Kerkûkê li bajarokên Dubiz û Daqûqê jî alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî hate bilindkirin[8] [9].

Her çend ereb û tirkmen li dijî vê biryarê bin jî hinek eşîr wek serokê eşîra Cibur Şêx Mesrûr Nacî got ku li gel wê yekê de ne ku, li ser dazgehên fermî yên hikûmetê li bajarê Kerkûkê alaya Kurdistanê were bilindkirin[10].

Berdevkê Wezareta derve yê Îranê li ser pêngavê nerazîbûna xwe nîşan da[11].

Piştî van bûyeran li dijî hildana alaya Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî yên Kerkûkê, tirkmenên bajêr gilî li dijî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî tomar kiribûn[12]. Dadgeha Federalî ya Iraqê biryar da bû ku 2ê gelawêja 2017an civînekê li dar bixe ser vê meselê lê ji bo 24ê gelawêjê hate paşxistin[13][14]. hatibû diyar kirin ku Rêbwar Talebanî di 24ê tîrmehê de were darizandin lê dadgeh dîsa hate paşxistin[15]. 17ê tebaxê 2017ê darizîna vê meselê xelas bû û Dozgeriya Bexda ya Îdarî biryar da ku bilindkirina alayê Kurdistanê ne yasayî ye û mesrefên hemû dozê jî dê Rêbwar Telebanî bide[16].

Alîkarê Serokê Encûmena Kerkûkê Rêbwar Talebanî ragihand ku ew dê pirsa giştpirsiya serxwebûnê bikin di rojeva encûmena Kerkûkê de û dê gotûbêj bikin[17]. Encûmena Wezîrên Îraqê jî dibêje bêyî ku hindek şert neyên cîh, li Kerkûkê hilbijartin nabe ku bê kirin[18].

Bi dûçûna endamên YNKê li Kerkûkê nêzî 400 leşkerên tirkmenî hene ku serbixwe ne û ji aliyê tirkan hatine perwerde dikin. Çend bibêje ev gûvaşa li ser Kerkûkê zêde dike jî, serokê vê grûba çekdar dibêje ku agahiya Necmedîn Kerîm ji me heye[19]. Şêwirmendê Partiya Tirkmenelî Elî Miftî di derbarê pirsgirêka Kerkûkê de dibêje ku divê Kerkûk bibe herêmek taybet û xweser[20]. Her wiha Serokê Eniya Tirkmeniya Iraqê Erşed Salihî jî dibêje ji bo van herêmên pêkvejiyan tê de heye, divê em tirkmen û kurd li hev bikin[21].

Wezaretên Petrolê ya Îranê û ya Îraqê li ser petrolên Kerkûkê peymanek nû destnîşan kir ku dixwazin ji bo petrolên Kerkûkê komîteyek hevbeş pêkbînin û xeta petrolê ji Kerkûkê bo parzûngehên Îranê were avakirin[22],[23]. Berpirsê PDKê yê Kerkûkê jî dibêje ku ev peyman dê krîzên mezin derxe holê[24].

29ê gelawêja 2017ê de encûmena Kerkûkê civînek pêkanî ji bo teklîfa beşdarbûna giştpirsiyê. Di vê civînê de ji 41 yek endaman 15 endaman ku ji Ereb(6) û Eniya Tirkmenan(9) pêk tê ev civîn boykot kirin, 26 endaman deng dan û di encama dengdanê de bi 24 dengan hate qebulkirin ku Kerkûk dê beşdarî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê bibe. Hêjayî gotinê ye ku ev her 24 kes endamêna Listeya Bratîne[25]. Piştî vê biryarê yekemîn helwest ji Tirkiye hat. Wezareta derve ya Tirkiyê jî berî ku hikûmeta Îraqê helwesta xwe nîşan bide, dijatiya xwe li dijî biryara Kurdan daxuyand[26]. Eniya Tirkmenan jî biryara encûmena Kerkûkê red kir. Her wisa Eniya Tirkmenan ji Bexda xwest ku ew jî li dijî Kurdan helwesta xwe nîşan bidin[27]. Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî jî di konferanseke medyayê de helwesta xwe nîşan da û got ku ev biryar şaş e[28]. Piştî van helwestan Îranê jî Encûmena Kerkûkê tehdît kir ji vê biryara şaş, provakatîf vegerin[29].

13ê îlona 2017ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Kerkûkê kir û li gel rêxistinên sîyasî û medenî re hevdîtinên girîng pêkanî[30].

14ê îlona 2017ê bi daxwaza serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ji bo ji kardurxistina parêzgarê Kerkûkê kom bû û biryara ji kar avêtina Necmedîn Kerîm kirin[31].Necmedîn Kerîm jî dibêje tenê Encumena Parêzgehê dikare ji Parêzgarê Kerkûkê baweriyê werbigre û wî ji kar dûr bixe, ne ku Serokê Parlementoyê û Serokwezîr[32].Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ev biryare bi tundî şermezar kir û got Necmedîn Kerîm ji aliyê xelkê Kerkûkê ve hatiye hilbijartin. Dewam kir û got ku em vê biryarê bicîh naînin[33].Civata Parêzgeha Kerkûkê biryara parlamen û hikûmeta Iraqê ya derbarê dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm de red kir[34].

19ê îlona 2017ê de di dema bangaşeya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de alozî derket û pasewanên baregeha Tevgera Neteweyî ya Tirkmenî li Kerkûkê teqe li girseya kesên bangaşekarê giştpirsiyê kirin. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Ew kesê ev cerîme kirî, hate girtin[35].

Dagirkirina Kerkûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

29ê îlona 2017ê Hikûmeta Federal ya Îraqê biryar da bû ku herêmên wek Kerkûk bixe nav destê xwe. 13ê cotmeha 2017ê Artêşa Îraqê û Heşdî Şabî operasyona dagirkerî li dijî Kerkûkê da destpê kirin. Kerkûk di navbera çend seetan de kete nav destê Heşdî Şabî bi taybetî jî Esayîb Ehlî El Heq û artêşa Îraqê. Şerekî mezin neqewimî. Dibe ku hevpeymaniyek li navbera hêzên Îraqî û hêzên Kurdî hebe. Fermandariya Giştî yê Pêşmergeyên Kurdistanê got ku xiyaneteke mezin li dijî Kurdistanê hate kirin ku hin hêzên Kurd alîkariya Haşdî Şabî kir ku Kerkûkê dagir bikin[36]. Rêxistina dagirker Esayîb Ehlî El Heq jî di daxuyaniya xwe de spasiya serkirdeyên YNK kir ku li gor berjewendiyê Îraqê helwest nîşan dan[37]. Her wisa hêjayî gotinê ye ku roja şemiyê serokê Feyleqa Qudsê ya Êranê Qasim Silêmanî serdana mezara serok Mam Celal kir[38]. Serokkomarê Îraqê Fûad Masûm dûrxistina Necmedîn Kerîm ji kar erê kir[39].

Sûîkastên li Kerkûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kerkûkê lîsteye ji 18 kesan pêk tê hate bidestxistin. Bi dûçûna vê lîsteyê parlamenterê YNKê ê berê Ala Talabanî, Waliyê Kerkûkê Rakan Said jî di nav de navê 18 kesan heye di vê listeya suîkastê de[40]
  • 28ê berfanbara 2017ê de 2 endamên îstîxbaratê Kerkûkê ya girêdayî Îraqê hatin kuştin[41].
  • 10ê çileya 2018ê de berpirsiyarê ofîsa Askerî ya girêdayî Kerkûkê ya Eniya Tirkmenan Eladîn Ebdulmeksut Salihi hate kuştin[42]
  • 7ê sibata 2018ê de akademîsyenê Tirkmen Ali Elmas hate kuştin [43], [44]
  • Li dijî berpirsiyarê Eniya Tirkmenan Ahmet Bulavalı û malbata wî suîkastek pêk hat, ev kes brîndar bûn. Di çar mehên borî de 19 tirkmen hatin kuştin[45]
  • 14ê sibata 2018ê de berpirsiyarê Eniya Tirkmenan li gunde Belawa rastî êrîşekê hat, brîndar bû[46]
  • 18ê sibata 2018ê de Endamê asayîşa PDKê Semîr Hesen Xerîb li Kerkûkê ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin [47]
Hêjayî gotinê ye ku berî van suîkastan gelek suîkast li dijî Kurdan jî hatin kirin û di encamê de li derdora 40 Kurd ji aliyê kesên nenas ve hatibûn kuştin[48]

Rojane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Di 19ê sibata 2018ê de 27 milîsên Heşdî Şabî ji aliyê DAİŞê ve hatin kuştin [49].
  • Bilindkirina Ala Kurdistanê li seranserê Kerkûkê hate qedexe kirin [50]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Parêzgarê Kerkûkê ferman da: Alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî were bilindkirin". Basnews. 16/03/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  2. ^ "Necmedîn Kerîm:Alay Kurdistanê li Tirkiyê hate bilindkirin çima wê li Kerkûkê neyê bilindkirin?". Basnews. 19/03/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  3. ^ "Encumena Kerkûkê biryar da – Alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî tê bilindkirin". Basnews. 28/03/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  4. ^ "Li hember biryara parlamentoya Iraqê, ala Kurdistanê li Kerkûkê tê bilind kirin!". Basnews. 02/04/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  5. ^ "Selîm Cibûrî berî civîna Parlamentoya Iraqê bi Balyozê Îranê re civiya bû". Basnews. 01/04/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  6. ^ "Parêzgarê Kerkûkê: Em guh nadin biryara parlamentoya Iraqê". Basnews. 02/04/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  7. ^ "Encûmena Parêzgeha Kerkûkê:Em biryara Palamentoya Iraqê cîbecî nakin". Basnews. 01/04/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  8. ^ "Li Daqûqê jî alaya Kurdistanê hat bilindkirin". Basnews. 30/03/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  9. ^ "Li bajarokê Dubiz yê Kerkûkê jî alaya Kurdistanê hat bilindkirin". Basnews. 29/03/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  10. ^ "Serokê Hoza Cibûr li Kerkûkê:Em ligel bilindkirina alaya Kurdistanê ne". Basnews. 28/03/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  11. ^ "Îran:Bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê bi awayeke cuda ji ala Iraqê ne destûriye". 28/03/2017. Roja gihiştinê 03/04/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  12. ^ http://www.kerkuk.net/?p=42259[girêdan daimî miriye]
  13. ^ "Dadgehkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat paşxistin". Kurdistan24. 3/07/2017. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  14. ^ "Kirkuk provincial council head to appear in court over raising Kurdistan flag". NRT. Roja gihiştinê 13/07/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî)[girêdan daimî miriye]
  15. ^ http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/365870
  16. ^ http://www.rudaw.net/turkish/middleeast/iraq/170820172?keyword=rebwar
  17. ^ http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/363495
  18. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 13 tebax 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 31 tebax 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  19. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 7 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 31 tebax 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  20. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/290720179. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  21. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2907201713. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  22. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/01082017. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  23. ^ "www.oil.gov.iq-->Secure Gateway". www.oil.gov.iq. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023.
  24. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0108201712. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  25. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/290820176. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  26. ^ http://www.mfa.gov.tr/no_-272_-kerkuk-vilayet-meclisinin-kerkukun-ikby-referandumuna-dahil-edilmesine-yonelik-aldigi-karar-hk.tr.mfa
  27. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2908201712. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  28. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/29082017. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  29. ^ en.mfa.ir https://en.mfa.ir/index.aspx?siteid=3&fkeyid=&siteid=3&pageid=36409&newsview=472445%5B%5D. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  30. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/120920179. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  31. ^ http://www.kurdistan24.net/ku/news/462ede10-eb5b-481d-be59-0b7da6443eaf
  32. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1409201713. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  33. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 18 îlon 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 îlon 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  34. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/190920177?
  35. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/19092017?
  36. ^ http://www.kurdistan24.net/ku/news/9353f967-8c97-487e-9f25-648778972a9c
  37. ^ http://www.kurdistan24.net/ku/news/fe479688-c2db-4892-ac23-202308790ef7
  38. ^ http://www.pukmedia.com/EN/KK_Direje.aspx?Jimare=36695[girêdan daimî miriye]
  39. ^ http://www.pukmedia.com/EN/EN_Direje.aspx?Jimare=42119[girêdan daimî miriye]
  40. ^ https://www.amerikaninsesi.com/a/kirkuk-te-suikast-alarmi/4195236.html
  41. ^ http://www.kerkuk.net/?p=44637[girêdan daimî miriye]
  42. ^ http://www.kerkuk.net/?p=44705[girêdan daimî miriye]
  43. ^ http://www.kerkuk.net/?p=44888[girêdan daimî miriye]
  44. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0602201815?
  45. ^ http://www.kerkuk.net/?p=44965[girêdan daimî miriye]
  46. ^ http://www.kurdistan24.net/tr/news/5349ac81-c943-437c-9123-d0cc8191fdea
  47. ^ http://www.kurdistan24.net/tr/news/27c7b9bd-9800-4045-8779-8e6367a930f3
  48. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1802201812?keyword=kerk%C3%BBk
  49. ^ https://www.reuters.com/article/us-mideast-crisis-iraq-attack/islamic-state-kills-27-iraqi-militiamen-near-kirkuk-idUSKCN1G30YH
  50. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/190220181?keyword=kerk%C3%BBk