Kasa pîroziyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Piyana pîroz hat beralîkirin)
Keça kasa pîroziye li gorî Dante Gabriel Rossetti (1874)

Kasa pîroziyê[1] an jî Graal, di mîtolojîya xiristiyaniyê de kas xwedî hêza derhozeyî ye û li gor gotinan Îsa ev xas şîva dawiyê bi kar anîye. Tê bawerandin ku Ûsivê Aramatî dilopên xwîna Îsayê xaçkirî di vê piyanê de civandine[2].

Behsa Kasa pîroz cara pêşîyê di efsaneyên Key Arthur û Şahsiwarên Maseyên Gilover de -yên di sedsalên 12-13ê de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin- tê kirin. Weha xuya ye ku serkanîya îlhama efsaneyên piyala pîroz, mîtolojiya keltî ye. Di mîtolojîya keltî de pir nimûneyên şaxên çavkaniya adaniyê, sîtilên nexweşan sax dikin û mirîyan zindî dikin, hene. Nimûneyên herî berbelav jî sîtila ciwanîya bêdawî ya Dagda û sîtila nemirîyê ya Bran in."

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]