Polat Can

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Polat Can
Polat Can, 2019
Jidayikbûn1980
EsilKurd
HevwelatîRojavayê Kurdistanê
PîşeNivîskar û siyasetmedar
Malperpolatcan.info/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Kongıreya Damezrandina Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz 27.03.2012

Polat Can (jdb. sala 1980 li Kobanî, Rojavaya Kurdistanê) nivîskar û fermandarekî kurd e. Ev gelek sal in bi karê rojnamegerî û nivîskariyê re mijûl dibe. Di gelek kovar, rojname, malper û alavên din yên ragihandinê de kar kiriye. Her wiha jî di dehan kovar û rojname û malperan de dinivîsîne. Polat Can yekemîn radoyoya kurdî ya bi navê CUDÎ FM vekir. Her wiha 3 radoyên din bi navê Kobanê FM û Rojava FM û Efrîn FM vekirin. Polat Can konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ava kir û bû koordînatorê wê yê giştî. Pirtûkên wî bi gelek zimanan çap bûne.

Ew bi zimanên kurdî, erebî û tirkî dinivsîne.

Şoreşger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Polat Can yek ji çalakvan û şoreşgerên kurd e ku gelek salên dûr û dirêj di nava şoreşa azadiya Kurdistanê de li gelek cih û xebatan de cih girtiye. Polat Can yek ji damêzrênerên YPG ye û di nav de bi awayekî aktîv kar û xebat kiriye. Di sala 2013an de bû berdevkê ragihandina YPG û berpirsyarê navenda giştî ya ragihandina YPG û berdevkê ragihandinê. Di sala 2014 heya 2016 nûnerê Rojava di koalîsyona navdewletî ya li dijî Daiş de dikir. Her wiha wek rawêjkarê yekemîn yê hêzên Sûriya Demokratîk erk kiriye.

Berhemên Polat Can[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herwiha jî celebeka wî ya helbestan bi navê (dema dil diweşê) bi erebî derketiye.

Rêvebiriya wî ya weşanên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîskar û rojnamevan Polat Can rêvebiriya gelek weşanên kurdî kiriye, wek

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]