Pontos

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pontûs hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pontiyekî li xwe kincên folklorîk ên Trabzonê kirî
Welatê Pontosê heya damezrandina Komara Tirkiyê

Pontos (bi grekî: Pontos Euxeinos) di demên antîk de yek ji navên Deryaya Reş bû ku navê gelê pontî jî heman dihate binavkirin. Pontos wekî peyv tê wateya "Derya bi xof" lê Deryaya Reş tê bibîrxistin.

Welatê Pontos bajarên Trabzon, Sinop, Samsun, Rize û Kolhîz a Gurcistanê û hin herêmên Ermenistanê dihewand. Di dema Împeratoriya Romayê de bi navê Bitînya û Pontos dihate binavkirin û herêmeke bêhtir mezin dihewand. Gelê pontî ji bereke grekiyan (yewnaniyan) pêk dihat û ji hatina berên tirk û mongolan heya avabûna Komara Tirkiyeyê hebûn û welatê xwe parastin.

Di damezrandina Komara Tirkiyeyê de, gelê pontî rastî komkujiyeke hovane bû. Li seranser welatê Pontos (bi Tirkî: Pontus Cumhuriyeti) bi fermandariya Mustafa Kemal Atatürk û serdariya Topal Osman komkujî pêk hat. Pontiyên ku li jiyanê man jî reviyan Yewnanîstan, DYA û hin herêmên Rûsyayê[çavkanî pêwîst e].

Îro li gelek parlamenên welatan komkujiya pontiyan tê naskirin an nîqaşkirin. Ji Komara Tirkiyê tê xwastin ku ji ber vê tewanbariya li dijî mirovahiyê ye lêborînê bixwaze. Lê heya niha Komara Tirkiyê vê napejirîne.

Çavkanî[biguherîne]