Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Sîrtîr, xwûdayeke jin dema Sumerîyan a. Navê wê, heta dema babiliyan, akadîyan maya. Sîrtîr, weke xwûdaya Meh(min) a, tê tefsîr kirin. Di kêvalbarên ku hatina xwandin de, hin şîroveyên wê hatina kifşkirin. Bi Nînsun re bûya yek. (Gotarê bixwîne...)
Image 2
Gîngîra, bi navên Gingiri, Gurgiru, Egengir jî tê naskirin. Gîngîra, tê wate "mê"tîyê jî. Gîngîra, tê wate ya jin ya ku serî li Îştar dixe jî. Her bajerek, gîngîra wê heya.
Gîngînî, "Davkî" û "davkîna" jî ji Erûdû berga erûdî dikin. (Gotarê bixwîne...)
Image 3
Seferên xaçperestan an seferên xaçparêzan seferên xiristiyananê bo armanca xakên pîroz ji misilmanan bistînin di nêvbera salên 1095an-1291an de hatibûn li dar xistinn. Ji bo Orşelîmé û xakên pîroz ji destên misilmanan bifilitînin ew bi gelemperî pê banga Papa re, serokê xiristîyanên Ortodoks, hatin derxistin.
Di wê demê de neh seferên xaçperestan hatin der xistin. Lê van seferên hatin dar xistinî bi temamî ne bo Felestîn û hembera misilmanan bûn. Wek sefera çaram li hemberî Bîzansê hatibû der xistin. (Gotarê bixwîne...)
Serhildana Rojavaya Kurdistanê ew serhildan e ku di 2012'an de li Rojavaya Kurdistanê dest pê kir. Destpêka wê bi bidestxistina rêveberîya bajarê kurd ê Kobanê re di 19 temmuzê de ya. Konseya bilind, bi levgihiştina hêz û partiyên kurd re li Hewlêrê hat temenê wê bi "peymane Hewlêrê" re hat avêtin û ava kirin. Piştre bi navê "Lijneya bilind a kurd" bidest karê xwe kir. Hêzên Parastina Gel YPG jî, weke hêza parastina rojavaya Kurdistanê ya artêşî demezrandina xwe danezand.
Kurdên rojavaya Kurdistanê, bi rêyên demokratikî li hemû herêmên xwe dest danîn li ser rêveberîyên herêmî. Heta ku ji wan hat nehiştin ku xwîn ji wan û ji yên li hemberê wan birijie. Lê hin komên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyê hildidan, çûne li ser kurdan de girtin û bi dehan ji wan li Helebê û li hin deverên din qatilkirin. Kurdan ji rewşa aloz ya ku li Sûriyê pêk dihat sûd wergirtin û pey re pê de pê de cih û warên xwe ji dest rejîma Sûriyê derxistin û hemû sazî û rêxistinên dewletê xistin bin konrtola xwe. (Gotarê bixwîne...)
Çerkez Ethem, ji malê direve û dikeve Dibistana Suwarî ya Bakirkoyê ya Zabît a Piçûk. Di şerên Balkanê de, di bereya bulgar de birîndar bû. Zama qidemê û madalyon wergirt. Di şerê cîhanê yê yekem de, li jêr serkêşiya Eşref Kuşçubaşı bi Rêxistina "Teşkîlatı Mahsusa" tevlî êrişên li ser Îran, Efxanistan û Iraqê bû. Birîndar bû û piştî şer vegeriya gundê xwe. Di sala 1919an de Rêxistina gerîlla ‘Kuvayî Milliye’ ava kir. Ev rêxistin, weke hêza gerîla ya Anatoliyê, li hemberi hemû serhildanên li dijî komarê hate bikaranîn. Bi damezirandina Komara Tirkiyê re pêwistiya vê rêxistinê ji holê rabû, serok û fermandarên vê rêxistinê bi ‘xayîntiya welat’ ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk ve hate tawanbarkirin û sûrgûnkirin. Çerkez Ethem, ji aliyê Mustefa Kemal ve di Lîsteya sedûpênciyan de hate bicîhkirin. Di 9ê gulana1921ê de Dadgeha serxwebûnê derheqê Çerkez Ethem, fermandarên wî û xizmên wî de hûkmê dardekirinê da. Lewma Çerkez Ethem, salên mayî yên jiyana xwe li xeribiyê berdewam kiriye. Pêşî çû Berlînê. Dûre demekê li Qahîreyê ma û di salên dawî de derbasî Ûrdûn û Libnanê bû. (Gotarê bixwîne...)
Image 7
Pax Romana (27 BZ - 180 PZ) bi latînî tê wateya Aşitiya Romê. Ew ji bo serdema aramî ya dirêj a împeratoriya Romê tê bikaranîn. Ev gotin ji hevahengiya carinan hişk a serokên serhildêr û dewletên ku di navbera wan de di bin serweriya erî û zagonên Romî de şer dike de derket. Augustus Caesar, serokê li Romayê yê ku "Pax Romana" peyda kir. (Gotarê bixwîne...)
Image 8
Image 9
Komkujiya Zergelê, bi navê Komkujiya li gundê Zergelê jî tê binavkirin, komkujiyek e ku hatî serê kurdan. Komkujiya Zergelê, balafirên şer ên artik di 1ê tebaxa2015an de ku di saet 4ê sibehê bi bombebarana li ser gundê Zergelê (Qendîl, Başûrê Kurdistanê) re kir. Di vê bombardimanê de ser 10 kurdên sivîl re kurd hatibûn kuştin û biqasî 15 mirovan giran birîndar bûne. Rayadarên tirk, dema ku komkujî kiribûn, gotibûn ku "me çeperên PKKê bombebaran kir". Bi vî rengî jî, xwestibû ser wê binûxûmêne. Rêxistina afûyê jî, raporek li ser komkujiyê Zergelê amade kiribû û gotibû ku "yên ku hatine kuştin, hemû jî sivil in."
Partiya Kurd HDP´ê bo lêkolîna li ser komkujiya li gundê Zergelê pêşniyara komisyona lêkolîna komkujiya gundê Zergelê Kir.". Lê ti deng ji meclisê jî derneket. Rayaderên tirk, derdiketin berçapameniyê, bo ku ser komkujiyê binûxûmênin, digotin ku ew cihê ku PKK´yî lê na. Lê çi rasthatin bû ku komkujiya Zergelê di seatên ku komiteya hikimeta tirk di pêşengiya Ferîdûn Sinîrlîoglu de ku bi rayaderên PDK´ê re hevdîtin dikir de ev komkuji tê kirin. Telewisyona alman ARD´ê di nûçeya xwe ya 9´ê tabaxa 2015´ê de dihanî ser ziman ku "Yên li Zergelê hatin kuştin eleqeya xwe bi PKKê re tinebûn" ." . (Gotarê bixwîne...)
Ilabrat, di mitolojiya sumerîyan de weke xwûdayê azmana tê ziman û serok û rêvebirê welatiyê dike û bi wê re tê tefsirkirin. Rêgezên dewletê jî, dide çêkirin. (Gotarê bixwîne...)
Wî li Romê xiristiyanî serbest kirî bû û li xiristiyanitiyê jî mirovekî giring e û bi fermana Milan tê zanîn. Di wê fermanê de wî da zanîn ku li împaratorîye xiristiyanî û ol hemû gîşk dikane wera bijîn. Ji pêra xiristiyanî li Romê belavbû û di 380an de jî bû ola fermî. Di 325an de wî Konsula Niceaya (îro bajarê Iznikê ye) yekem kom kir. (Gotarê bixwîne...)
Image 13
Cahş an jî Cehş ji bo kesên kû bi dewletê re kar dikin û li dijî serhildêran şer dikin, tê gotin. Herwekî ji kerên çêlik re jî Cahş anjî kurrîk tê gotin. Di dîroka Kurdistanê de gelek caran dewletên serdest ji nava civaka kurd kesên ku li dijî tevgerên azadîxwaz şer kirine ji xwe re bi kar anîne û ew bi serhildêren kurd dana şerkirin. Di van şeran de bi hezaran kurd bi destê hevûdû dane kuştin. Armaca wan dewletên ku Cahş û Cerdewanan bi kar tînin ewe ku civakê bikin çend beş û berxwedana şervanan bişkînin. Îro bi taybetî li bakurê Kurdistanêsistema Cahşîtiyê tê bi kar anîn û li derdora 60.000 kes weke Cahşê ( bi tirkî: Köykorucu) dewlêtê kar dikin. Serokeşîr û axayên kurd yên ku tenê li berjewendiyên xwe yên şeqsî dinêrin, ji vê sistemê re dibin alîkar. (Gotarê bixwîne...)
Komkujiya Dîlokê 2016 êrîşeke bombeyî ye ku di 20ê tebaxa 2016an de li taxa Beybexçê ya Şahînbeya Dîlokê li dijî dawetekê pêk hat. Di encama teqînê de 56 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. (Gotarê bixwîne...)
2000 – Heyetek ji Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê hate Amedê. Serokê heyetê ,parlementerê macar, Andres Barsoniy bersiv da gotinên Bülent Ecevit ên weke "Li herêmê pirsgirêka Kurdî tune, pirsgirêka feodal heye. Barsoniy got; "Hûn navê wê çi lê dikin bikin, li herêmê pirsgirêkek heye û divê ev pirsgirêk were çareserkirin."
2006 - Bûyerên Amed (2006 Adar):Li Amedê merasîma cenaze yê pêşmergeyên HPG de, polîsên Tîrkîyeyê mudaxile kirin. Bûyerên mudaxileyê polîsan destpê kirî 4 roj berdewam kir û encamê bûyarê de 14 meriv mir.