Psîkanalîtîk
Ji Wîkîpediya
Psîkanalîtîk an psîkanalîz gotinek yonanî ye û ji du gotinan pêk tê: 1. Psîk(o)- = giyana mirov; 2. Analîtîk = şîrovekirin. Yek ji rêbazên şîrovekirina nexweşiyên derûnnasiyê û dermankirina wê ye. Avakerê vê rêbazê Sigmund Freud e. Bingehê nexweşiyên derûnnasiyê bi pirranî ji jiyana zaroktiyê tên. Heger mirov sedaman nas bike nexweşî ji holê radibe. Mixabin dinya hundirîn a mirov pirr kompleks û tevlîhev e. Nexweş bi serê xwe nikane ji bin vî barî derkeve. Pêwîstiya wê bi psîkanalîstan heye.
Psîkanalîst rewşeke rehet û bêalî (notr) amade dike. Bi rêbazên zîrek û plankirî pirsan li nexweş dike. Ji pirsên rojane û hêsan berî bi jiyana zaroktiyê û tarî ve diçe. Heger nêzîkayî bi sedemên nexweşiyê were, nexweş reaksiyonan nîşan dide û naxwaze bijîşk zêdetir bimeşe. Wê gavê seans tê qutkirin. Ji her seansê bijîşk gelek tiştan bidestdixe.
Psîkanalîtîk ne tenê bi pirsan dibe, herwekî hîpnoz, bi bikaranîna hin dermanan hwd jî dibe.

