Aleksandr Pûşkîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pûşkîn hat beralîkirin)
Aleksandr Pûşkîn
Pûşkîn di sala 1827an de
Navê rastî
Александр Сергеевич Пушкин Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn26 gulan 1799 (bi julianîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin29 kanûna paşîn 1837 (bi julianîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sankt Petersburg Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêKuştina bi çeka agirberdanê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Mêrkujî, duşerkî)
Cihê goristanêSvyatogorsky Monastery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Rûsî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Tsarskoye Selo Lyceum (1811 – 1817 (bi julianî)) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Eugene Onegin
  • The Captain's Daughter
  • Boris Godunov
  • Ruslan and Ludmila
  • The Prophet Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
Meqam
  • member of Filiki Etería Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Natalia Pushkina (Greater Church of the Ascension, 1831 – 1837 (bi julianî)) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Maria Pushkina
  • Natalya Alexandrovna Pushkina
  • Alexander Alexandrovich Pushkin
  • Grigory Aleksandrovich Pushkin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Sergey Pushkin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Nadezhda Pushkina Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Aleksandr Sergeyevîç Pûşkîn di 27ê gulana 1799an de li Moskvaye ji diya xwe bûye. Lawe malbateke dewlemend û rewşenbîr bû. Wek hemû zaroken malmezin û dewlemenden wê roje, Pûşkîn jî di piçûkîtiya xwe de bi hîmgîriya klasîken fransî mezin dibe û pirtirîn li ser wêjeya yewnanî û fransî disekine. Hîna di heştsaliya xwe de, Pûşkîn zimanê fransî wekî zimanê xwe yê zikmakî dizane û ji hela din ve, Pûşkîn dadeyek heye ku gundiyek ûris e. Herweha tev zimane rûsî meteloken rûsan jî ji ve dadeya xwe hîn dibe.

Di duwanzdesaliya xwe de, Pûşkîn di dibistana bi nave Tsarkoye Selo[1] ye de dixwîne. Ev dibistan bi deste devvlete hatiye avakirin û bi mamosten herî zane û xwende ye. Ew pejnen ku li male li Pûşkîn ranabin, li vir le dicivin. Ji ber pewendiyen xwe yen germ, di nav hevalen xwe de te hezkirin. Ji van hevalen wî, gelekan ev hevaltiya xwe ya jidil, heta mirina wî jî domandine.

Di dema xwe ya xwendekariye de wek gelek hevalen xwe, Pûşkîn jî dest bi nivisîne kiriye. Helbesten wî xweştir û hejatir. in, ji ber ku hevalen wî, tene bextreşî û tengasiya jiyana xwe ya buhurî dinivisin. Le Pûşkîn xweşî, şadî û heviya rojane di helbesten xwe de tîne zimen. Henveha di navbera salen 1813 û 1815an de bi nivisîna van helbesten xwe yen xweş deng dide.

Piştî ku di sala 1817an de dibistana xwe tewaw dike, li Petersbûrge di arşîva wezareta derveyî de wek karmendekî dest bi kar dike. Ev kar heta dereke je re dibe alîkar ku ji bo nivisandine ji xwe re mijaran berhev bike. Le ev kara ne karekî ber dile wî ye. Raman û armanca wî her nivisîn û wêje ye.

Berhema wî ya peşîn Rûslan û Lûdmîla di sala 1820an de diweşe. Dema ev berhema wî belav dibe, mamoste û helbestvan î bi nav û deng Zûkovskî ji Pûşkîn re portrekî xwe dişîne û bi nivisa li paş portra xwe, pesne vî helbestvane ciwan dide.

Di ve navbere de Pûşkîn dest bi nivisîna helbesten polîtîk dike. Giraniya naveroken wan li ser nakokiya xulam û dewleinendan e. Ev mijaren ku ew bi lev dike, ne tene di nav radîkalan de, le li derûdora dewlemendan jî belav dibe. Malmezin û dewlemenden we roje, ji van helbesten wî yen polîtîk gelek nerihet dibin. Di vî warî de Çar bi xwe weha dibeje: «Nivîsaren Pûşkîn, li seransere Ûristane dibe sedema tevlihevî û aloziye.»

Henveha xebata efseren radikal, ristina Dekabrîstan (*) jî derdikeve hole. Li ser ve yeke hemû malmezin û dewlemend peyva xwe yek dikin ku ji bo çareseriya ve yeke herişeke bibin ser radîkalan.

Ji van radîkalan gelek rewşenbîr û zana tene kuştin û pirî wan bi ber tawana dûrandine dikevin û heta Sibîryaye ten (*) Dekabrîst: Dekabr bi rûsînave meha zivistana peşîn e. Radikalin we roje, ji ber ku di ve mehe de serhildanek li darxistine, loma ev nava li wan bûye. şandin. Pûşkîn bi xwe jî di nav wan de ye. Le ji bo xatire ciwaniyawî û ew bandora ku ziman û şarizatiya klasîken fransî li wî kiriye, ew te bexişandin û ji dela Sibîryaye ve wî dişînin başûre Ûristane, cem generalekî kevn î bi nave însov ku çavderiya wî bike.

Ev dûndstina ji Petersborge, ji bo Pûşkîn dibe rûkeniyek jiyane. Lewra H vir pir dixwîne, rastî gelek kesan te, xuşîna pelen Behra Reş û bilindiya zinaren Kirime bi çave xwe dibine. Rewşa xelken van deverna li ber çaven wî wek peşmalek pînekirî rengoreng dixuye. Ev hemû jî ji Pûşkîn re dibin mijar û sedem ku ew binivîse.

Di sala 1824an de wî dûrdixin navçe Pskov, li wir di wargeha diya xwe de, li Mîkaylovskoye dimîne. Heta sala 1826an li vir dijî û xwe bi tevayî dide nivisîna Yevgenî Onegîn û beşe mezin î ve berhema xwe U vir tewaw dike. Di tenetiya van salen wî de mijara berhema wî ya Borîs Godunov jî xwe dide ber.

Bi nivisîna van berhemen xwe, Pûşkîn digehije bandevva babete ve nivîse. Pûşkîn, Byron û şopen wek wî xwend, xwe gihande wan û ji wan derbastir jî bû. Le ew her birciye zanebûn û nûyine bû. Ji ber ve yeke derbasî babete nivîsaren dîrokî dibe, pirî caran kat dike û dixwaze gelek kes bidin ser sopa wî.

Dema Nîkolaûs I. ji bo vvergirtina taca sere xwe te Moskvaye, ew Pûşkîn banî dadpirsiye dike. Li wir Pûşkîn bi awakî vekirî pe dide zanîn, ku di serhildana Dekabrîstan de ew U Petesbûrge buya, be şik wî e di nav wan de cî bigirta. Li gel ve gotina xwe dive Pûşkîn pûçiya ve tevgere jî je re bi lev kiri be. Lewra Nîkolaûs piştî peyivîna xwe dibeje: «Ez bi baqiltirîn meriv î Ûristane re peyivîme.» Ji bo ku Nîkolaûs wî bide hela xwe, soz û bext dide Pûşkîn ku ji vir û weha ew e bi xwe li nivîsaren wî binere. Le dûre Nîkolaûs ve berpirsiyariya sansore dide şefe polîsen polîtîk. Henveha ev azadiya Pûşkîn jî dibe wek azadiya çûçikek şaper.

Ji vir û şûnde siyek bewext û tarî dikeve ser jiyana Pûşkîn. Edî ew pejnen wî yen nivisîne, wek hertim ranabin. Kem caşandin. caran, ew jî li demsalen payize kela dile wî radibe. Payiza sala 1830î je re dibe demsala herî berhembar. Û dest dave nivisîna çarçova berhemen xwe yen dramatik; Sivvare Deqdor (1829), Mevane Kevirîn (1830), Mozart û Salîerî (1830). Û dûre jî Çîroken Biyelkîn (1930). Le Pûşkîn ji dileriya xwe nakeve û ji dîtinen xwe naye xware. Helbasten wî yen bere jî, yen li ser kûştin û dûndstina hevalen wî jî dide xuyakirin ku dilsoze doza xwe ye. Wexta Çar bi peşniyara ku wî bike helbestvane qesre, te ba Pûşkîn, bi rûreşiyek mezin ji ba wî diçe. Ji ber ve yeke, dijîtiya di navbera Pûşkîn û desthilatan de dijwartir û hişktir dibe. Levvra edî pirsgirek ji ser dîtinen polîtîk xericiye û bûye dozek şerefe.

Di sala 1831ê de Pûşkîn bi evîndara ber dile xwe, Nataliya Gonçarovnaye re dizevvuce. Ji ber xweşikî û sersivikiya xwe, ev jinika ciwan bi derûdora qesre re tavile dikeve nava pewendiyen fahşekî. Dema Nataliya dibîne ku Çar bi xwe jî bi we re U ba dikeve, ev bextiyariya we li sere we dixe û xwe wenda dike. Pûşkîn bi her awayî dixwaze ku we ji qesre vekeşîne. Le NataUya guh nade wî û her bi ya xwe dike. Û heta ku rojeke Baron Heckerend Aııtes ji jina wî re nameyek xirab dişîne.

Henveha kul li ser kule di dile Pûşkîn de vedibe û jiyan le diherime. Hevale wî yen ku hatin kuştin, yen ku ketin bendîxanan, yen ku ji waren xwe hatin dûndstin û bi kare zore hatin arihandin; ev hemû li ber jiyana Pûşkîn dibin astengen reş û tarî. Di vî salî xwe î civvan de xwezila xwe bi mirine tîne. Piştî navnotiya jina xwe jî, edî nikare li ber xwe bide û Baron banî duelloye dike. Di roja 17 çele zivistana sala 1837an de, di duelloye de ji zike xwe birîndar dibe. Û bi du rojan piştî ve birîna xwe ya giran, di ciwaniya sî û heştsah'ya xwe de dimire. Beriya hertiştî Pûşkîn di dema xwe de di wêjeya ûris de helbestvanekî mezin e. Heta dem xwe digehîne Pûşkîn jî, 8 wêjeya rûsî li ser riya klasîzm û romantizme ye. Ev jî pirtirîn ji bandora niviskaren roavayî dihat.

Pûşkîn bi xwe jî gelekî van klasîkan dixwîne û heta demeke jî li ser riya Byron, Shakespeare û Walter Scott dimeşe. Le ew ve riya wan, ji bo xwe wek ronahiyeke bi kar tîne û di dawiya dawîn de ji xwe re babete hunerek taybetî peyda dike. Û ev babete hunera ku te gotin, riyek realîst e. Ji xwe berhe ma Keça Kapîtan jî xweş dide xuyakirin ku PûşkînU ser riyek realîst bûyerek dîrokî bi pejnen evînek piçûk dide. Ev babete nivîse jî ne tene ji bo wî, henveha ji bo hemî niviskaren we roje jî dibe şopek nû. Hej di pey wî re jî U Ûristane niviskaren mezin wek Tolstoy û Dostoyevskî, car bi car vegeriyane ser berhemen wî û xwendine ku bizani bin ka çarçova çîroken weha çawa ne û bi çi awayî tene hûnandin.

Li Ûristana we roje gelek niviskar li ser sopa wî, xwe digehînin daraxa berhemen baştir. Rexnegîr î mezin Bîelînskî berhema Pûşkîn ya bi nave Yevgenî Onegîn wek ansîklopediya jiyana ûris bi nav dike.

Pûşkîn, Keça Kapîtan salekî beriya mirina xwe dinivise (1836). Piştî ku ev werdigere gelek zimanan, bandorek mezin li edebiyata dine dike. Û dibejin ku Tolstoy ji ber ve bandore, berhema xwe ya bi nave Şer û Aşîtî nivisiye. Le Dostoyevskî di nameyek — ji biraye xwe re dişîne- xwe de li ser Pûşkîn weha dibeje: "Ew helbesten narîn û herikbar yen Pûşkîn ji çend rezikan ne zedetir in. Ev narînî û herikbariya wan jî ji tiştekî te ku, niviskar her U ser hûr bûye û guherîn le çekiriye. "Ji bo Keça Kapîtan Gogol dîtinen xwe weha vedike: "Roman û çîroken me yen direj li ber Keça Kapîtan xav dimînin, ku em wan bidin ber hev. Saxikî û nermokî digehije daraxek wusa bilind ku rastî jî wek tiştekî lihevhanî û karîkatorîzeyî dbcuye. Cara yekem e ku bi rastî jî karekteren ûris derdikevin hole."

Reng e, ew dema ku Pûşkîn te de dijî, di bin çavsoriya Çar û dewlemendan de ye. Rewşa gundî û xulamen we roje bala radîkalan û rewşenbîran dikeşîne. Bi peşengiya Dekabrîstan rexistinek dîzî te damezrandin. Li hemberî dewlemendan, Dekabrîst di sala 1925an dikevin amadeyiya serhildaneke. Pûşkîn bi xwe ne di nav wan de ye, le ji nezîk ve geleken wan dinase û bi hunera penûsa xwe ve nakokiya desthilat û xulaman H ber çavan radixe. Le Pûşkîn ne niviskarekî gundî ye. Ew niviskarekî peşverû û netewî ye. Gelek Dekabrîsten we roje, di dadgehan de U xwe mikûr ten û dibejin; me dîtinen xwe yen şorşgerî cara peşîn ji Pûşkîn û berhemen wî girtine. Ev jî dide xuyakirin ku di ware dîtinen polîtîk de, çarçova bandora berhemen Pûşkîn di dema xwe de gelek fere û rolekî mezin lîstine. Hesene Mete Weşanen welat Stockholm 1988.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tsarkoye Selo: Ev dibistan nuha bi nave Dibistana Pûşkîn te binavkirin.