Qînte

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lîstika qîntê lîstikeke gerîlî ji lîstikên herêma Efrînê ye, û pir bi coşî berê ji alî gundiyan ve dihate temaşe kirin.

Ji ber ku qînte hêz û şiyanê dixwaze, ew bi zayendê nêr ve girêdayî ye, ango keç vê lîstikê nakin. Hejmara lîskevanan di qîntê de ji du heya çar kesan e, yek li dijî yekî, yan jî dudu li dijî duduyan dileyizin.

Amûrên lîstika qîntê ji çû û qîntê ve pêk tên, çû dora 50 santîman dirêj e û dawiya wî ji jêr ve quloç e, amûra din jî qînte ye, qînte ji çû kintir û ziravtir e, û bi rahatî ji darekî zirav û ter tê çêkirin, nemaze darî zeytonê, herdu aliyên qîntê tûjkirî ne bo ew bi asanî hilpeke heyama lîskevan bi çû li aliyekî wê dixe, belê hertim sê, çar qînte ji bo lîstikê tên amede kirin, ji ber ku di dewsa lîstikê de pir caran qînte tên şikestin, û bo lîstik neraweste gerek şûngira wê hebe, hêjayî gotinê ye ku ji mafê her lîskevanekî ye qînteyeke taybet di lîska xwe de bikar bîne.

Ji bilî çû û qîntê ve, kêl jî amûreke girîng di lîstika qîntê de ye, kêl navenda lîstikê ye, ji wê lîstik dest pê dike, û ew nîşana ku mokevan qîntê davêjê ye, bi kêlê ser-bin mokevan jî diyar dike.

Ji fêr û daba lîstika qîntê ye ku ew li meydanên gundan tê lîstin, ji ber ku wek em dizanin li her gundekî kurdan meydaneke vala heye. Ligel ew ne tiştekî fermî ye, lê bi baweriya min yasaya ku dibêje, heke qînte bikeve hewşa malên derdorî meyadnê, mok dibe ya lîskevan, ji têgîna ku bêhna malên derdorî meydanê teng nebe tê, lewma û bi teşeyekî xoza kêlîka qînte dikeve hewşên derdorî meydanê, lîskevan mirina xwe ango moka xwe dipejirîne.

Qînte çawa tê lîstin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî lîstik dest pê bike, lîskevan ser-bin dikin, bo zanibin dê bibe moka kîjanî, ser-bin jî wisa ye: yek ji lîskevanan şelpekî(derbekê) lar li qîntê dixe bo ew pir ji kêlê bi dûr nekeve, û pêre ji rikberê xwe re dibêje ” ser lê bin”, heke rikber bêje ser, lîskevanê qînte avêjtibû dê here ji cem qîntê ta kêlê çû teqle bike û ji teqleyekê re bêje ser û ji a din re bin, teqleya dawî, ango cara ku çû dighêje kêlê dê mokevan û lîskevan diyar bike, rikber gotibû ser, û eger teqleya dawî ser be, ewê ku çû teqle dike, dê biçe ber moka xwe, lê eger berevajî be, ango bin be dê bibe moka rikber.

Piştî ku lîskevan diyar dibe, ew diçe ber kêlê û çû û qîntê dixe nav destên xwe, belê li vir ji mafê mokevan e, ku here li ber qîntê bisekine, ji ber ku dibe ew qîntê li banî bigre û ji destpêkê de moka xwe derxe. Berî lîskevan qîntê bavêje ew du sê caran çûyê xwe li kêlê dixe, û ev jî pêdivî ye, pêre ew qîntê davêje banî û şelpekî bi çû li bin dixe. Wek me gotiye, eger qînte ji alî mokevan ve di şelpê yekem de li banî bê girtin, tavilê dibe moka lîskevan; lê heke qînte bikeve bêyî ku bê girtin, mokevan dê gavekê pêşve bê û qîntê bavêje kêlê, carik din eger li kêlê ket, moka xwe mir, lê eger li kêlê neket, lîskevan dê biçe û sê şelpan li erdê li qîntê xwe û dûr bajêve, belê her şelpek qîntê ji kêlê dûrtir dike, ew mewda (mesafet) jî wek xalan di berjewndiya lîskevan de tên hejmartin, ango dibe di sê şelpên yekem de qînte 300 xalik biçe, û di a duyem de 600 biçe ta xalik digihêjin hejmakere li ser lihevkirî, û ji gihîştina wê hejmarê re dibêjin (xweşkirin an jî xweş bû), wek nimûne dibe hejmara xweşkirinê 2000 bin, belê hejmar her sê şelpan tên komkirin, yanê piştî sê şelpên yekemîn, dê mewda ku qîte gihîştiye bijmêrin, û pêre mokevan qîntê davêje kêlê, heke li kêlê ket mok mir, û heke lê neket, sê şelpên din ji alî lîskevan ve hene, û herweha ta xweş dibe yan jî qînte li kêlê dikeve, hêjeyî gotinê ye, ku heyama lîskevan xwe ji şelpên erdê re amede dike û bi çewtî qîntê berî şelp lêxe bihejîne, dîsa dibe moka wî.