Qeliya masîkartûxkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qeliya masîkartûxkê, cure xwarineke rûnbirêşkê ji koma xwarinên masiyan û çêjên deryayê yên pêjgeha kurd e. Herwiha gelên cîran jî gelek cureyên xwarinan ên masîkartûxkê dizanin.

Masîkartûxk (bi latînî, scophtalmus maximus) di kûraniya deryayan de dijî. Kirrîna wê biha ye, lewra jî li Kurdistanê tenê kesên dewlemend in, dixwin. Masiyek gloverikî û pan e. Rengê wê dişibe masî yan jî tiştekê din ê kartûbûyî. Ji wê ye, kurdan ew bi navê "masiya kartû, masîkartûxk" binavkirine.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 8-10 qetî ji masîkartûxkê (çêtiyên wê 100-120 gr)
  • Îsota reş a nû hatiye hêrandin
  • Du nîvên lîmonê (ava wê)
  • Nîvê steganê (qedeh) rûnê gulberojê (guleberbiro)
  • Av
  • Xwê
  • Ard (arvan)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Çêtiyên masîkartûxkê tîke bikin, xwê bikin û îsotê pê werkin.
  2. Bixin nava beroşeke fireh an rûnbirêşkek kûr.
  3. Ava lîmonê bi ser de bikin, bi qasî 1,5 - 2 katjimêrê rawestînin.
  4. Ava masiyan hinekê bidarivînin, wan yek bi yek li ardê (arvan) bidin (herdu aliyan).
  5. Rûnê xwe biqijilînin.
  6. Qetiyên masiyan di nava rûnbirêşkê de daynin. Heya zerayî pê ket herî kêm her qetiyek 3 deqe biqelînin.
  7. Goştê qelandî bidin ser sêniya ku li binê wê destmalên kaxezî lê raxistine (bo rûnê zêde bigire).
  8. Bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).