Qerejdax
Ji Wîkîpediya
| Qerejdax | |
|---|---|
Zangeke herêma Qerejdaxê |
|
| Bilindayî | 1.957 m |
| Cih | Riha û Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye |
| Koordînat | 37°40′00″Bk 39°50′00″Rh / 37.6666667°Bk 39.8333333°Rh |
| Cure | Volkana mertalê |
Qerejdax (bi tirkî: Karaca Dağ) çiyayekî li Kurdistanê ye. Qerejdax bi zîvirok, bilind û dirêj e û volkaneke vemirî ye. 1.957 m bilind e. Lavên ku ji çiyayê Qerejdax hatine avêtin, bi kilometreyan li dora çiyê belav bûye û wekî kevirê reş tê binavkirin. Li her derê dora çiyayê Qerejdax mirov dikare li van keviran rast bê ku li gund û bajaran jî kela û xanî bi piranî pê hatine lêkirin. Çiyayê Qerejdax ji Amedê her ku ber bi navçeya Wêranşarê diçe nizim dibe û dû re bi deşta Herranê re dibe yek.
|
|||||||||||||||||||||||