Qerqatkê

Qerqatkê
Map

Qerqatkê (bi tirkî: Dikmetaş), gundekî bi ser navçeya Çinara Diyarbekirê ve ye.

Dewleta tirk navê Dikmetaş lê kiriye. Gundekî kevn e. Li ser rêya hevîrmêş e. Li dora wê gundên bi navê Elwendiyê, Beduliyê, Qancoxwazkê, Qazox û Kanîspiyê hene.

Gund ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye xirakirin. Niha kes lê rûnanê. Erdê gund bi xêr û bêr in. Ziyaretek bi navê Mezrikê li aliyê wê yê Başûr dikeve. Li Mezrikê darên tihok û guvîjan hene. Kes newêre destê xwe bide van daran. Ji lewra dar gelekî pîrbûne û heta mirov dikare bibêje riziyane. Li vê ziyaretê marê reş ên mezin hene. Kes wan nakuje, ji ber ku pîroz têne dîtin. Mar jî bi kesî venadin. Li ser wan gelek tişt têne gotin. Di navbera Qerqatkê û Bedulyê de li hemberî aşê gund ê bi avê dixebite hin xirbeyên dîrokî hene. Lê belê di binê erdê de wenda bûne û li ser wan cot tê kirin. Li Rojhilatê Qerqatkê Qerqatka Kevin heye. Kolike wer diyare bi destan ew kolik çêbûye û ji dema baweriya kevin a Kurdan maye. Ji ber Qazox bi xwe jî kolikekî mezin e. Kolikê Qazox jî eşkereye bi destan çêbûye. Li Qerqatkê jî kolikek heye. Li cem vî kolikî goristanên kevin hene. Ji şiklê kêlikên goran diyare, ew kolik ên misilmanan nînin. Berê wan li rojê ne. Kolik an jî til in bi vî rengî li gundên derdorê jî hene. Li gundê nêzî Qerqatkê li Tilebûş jî kolik an jî tilekî bi vî rengî heye.

Li Rojavayê Qerqatkê çiyayê Qerejdaxê weke tabloyekê radiwest e. Ava kaniya Qerqatkê havînan hinik e, zivistanan germ e. Li derdora deh darên tûyê yên mezin li gund hînê hene. Gund debara xwe bi genim, ceh, nîsk, nok û bîstanan dikir.

Navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]