Qeselmehmûd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Qeselmehmûd
Teucrium chamaedrys 1.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne eşkere ye) Eudicots
(ne eşkere ye) Asterids
Kom: Lamiales
Famîle: Lamiaceae
Cins: Teucrium
Cure: T. chamaedrys
Navê zanistî yê latînî
Teucrium chamaedrys
L.

Qeselmehmûd, qesel Mehmûd (Teucrium chamaedrys) giyayek e ku bejna wê 10 – 40 cm bilind dibe. Mehên hezîran û tîrmehê kulîlkan vedike. Pelên wê û fêkiya wê biçûke, dirûvê pela berûyê lêdixe. Lê pir hûrike. Ji ber ku pela wê wek pela berûyê ye, li hinek ciyan jêre dibêjin berûya erdê. Navê wê yê navnetewî Teucîrum Chamaedrys e. Tirk jê re dibên Kisa Mahmut an jî dalakotu. Ji kevnar de jibo derman ji aliyê Hekîmên Loqman de dixat xebitandin. Niha ji aliyê Tibê derman jê tên çêkirin. Li Kurdistanê wek gîyayek çolî xwe bixwe çêdibe. Kulîlkên wê peyazî (penbe) û peyaziyê vekirî û spî ne. Bêhnek xweş ji kulîlkên wê tê. Lewre Ewropî jibo xweşîkahî, park û baxçên xwe pê dixemilînin.


Naverok[biguherîne]

Madde û mîneralên têde: Rûnên (dohn) firek, (yên dibin gaz ), madeyên taxl, Tamen, Glîkuzît, Sponîn Û hwd.


Bikêrhatin[biguherîne]

1- Bedenê hêz dike. 2- Agir dadixe 3- Desttava zirav ( mîzê- îdrarê ) dide avêtin. Alîkariya avêtina keviran dike. Sekinîna ketina kincan (Adet- herikîna xwînê ) diedilîne. Kuxukê dibire.


Li gor pirtûkên kevnar yên Luqman Hekîman, (wek Pirtûka Îbnî Sîna ya Qanûn Fît Tib ku niha jî li gelek deverên dinyayê dersên Tibî tên dayîn) dibêje, jibo nexweşiyên mexde, şekir, penceşêrê, bawesîrê, zêdekirina hêza cinsî, qelewkirina zarowan, û jibo prostatê jî Qesel Mehmût dihat bikaranîn.


Berkevkirin[biguherîne]

Qesel Mehmût hewceye bi çêqan ve bê berhevkirin û di sîberê de li cihek têrheva bê daliqandin. Ku xişk bû, bikin nav firaqên cam, an jî di tûrikên cil de biparêzin. Li gor hewcedariyê tê xebitandin.


Çayê: 2- kevçiyên şîranî kulîlkên Qesel Mehmût bikin firaxekê, 150 ml avê berdin ser û bikelînin. Ku keliya ji ser agir rakin û 10 deqan bila dema xwe de bimîne. Paşê bi parzinin bi hinek hingiv tamxweş bikin û vexwin.

Jibo her qedehek ava sar 2 kevçiyên xwarinê kulîlkên Qesel Mehmût bavênê û bila 4 seetan di wê avê de dema xwe bigirit. Paşê biparzinin û hêdî hêdî vexwin.


Melhem: 500 gm rûnê nîvişk an jî yê zeytê bikin firaxekê, 4 gep ( kulm) kulîlkên Qesel Mehmût bavênê û bi hevre sor bikin. Paşê ji ser êgir deynin, bila rojekê bisekine . Paşê bihelînin û piparzinin, bikin firaxekê û têxin sarincokê, li gor hewcedariyê bi xebitînin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Bavê Jîndar, Lotikxane, 2008