Qesra Îshaq Paşa

Qesra Îshaq Paşa

Qesra Îshaq Paşa, Qesra Behlûl Paşa, Koşka Îshaq Paşa yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li axa Bazîdê ye.

Koşk ji aliyê Îshaq Paşa ve, di sala 1199ê koçî/1784ê zayînî de hatiye avakirin. Gorî dîroka fermî ya tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên kurdî, romayî, farisî û selcûqî dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye.

Koşk gelek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên kurdan ve hatiye restorekirin. Di wêjeya kurdî gelek caran bûye kaneke navdar. Ehmedê Xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Niha goristana Xanî li wir e. Mûsa Anter gelek caran koşk wekî "Tirba yan goristana Ehmedê Xanî" bi nav dikir[çavkanî hewce ye]. Dîsa Mizgefta Bazîdê jî li cem wê ye.

Di dagirkirina rûsan a salên 18281829'an de, deriyê koşkê yê xwerû zêrîn bû, hatiye birin û niha li mûzexaneya Moskoyê tê parastin. Li koşkê hemam, mizgeft, goristan, kulîn, hewliya xwarinê, salona pêşwaziyan, harem û sîstema germkirina hilmê (wekî kalorîferên îro) heye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]