Qeyxaneya Mêrdînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qeyxaneya Mêrdînê jî wekî qeyxaneya Wanê cureyek ji arxavkê ye. Ji arxavkê re bi tesîra fransî li Kurdistanê jî carnan omlet dibêjin. Taybetiya qeyxaneya Mêrdînê, şîr tevlî nabe. Ango bê şîr e.

Berê ji bo jinên ducanî ne (hemîle) dihat çêkirin, lewra dims ji aliyê şekirê tiriyê ve (glukoz), zerika hêkê jî kolesterîna baş ve, dewlemend e.

Berkeliya (melzemeyê) vê arxavkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) dims (mot)
  • 2 Hêk
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) ard (arvan)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di rûnbirêşkê de rûn bihelînin. Hêk û ardê biçelpînin, berdin nava rûnbirêşkê. Herdu aliyan wekî hev sor bikin. Bi kevçiyê yan kêrê bibirrin û dimsê berdin ser.