Qilaban

Ji Wîkîpediya
(ji Qileban hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Navçeya Qilabanê
Uludere
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Serbajar Qilaban

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 4 bajarok
Hejmara gundan 17 gund

Gelhe (2008) 38.511[1] kes
Rûerd 825 km2
Berbelavî 46,7 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 37°26′48″Bk 42°51′5″Rh / 37.44667°Bk 42.85139°Rh / 37.44667; 42.85139
Gelhe (2008) 11.030 kes
Bilindayî 1.210 m
Koda postayê 73600
Koda telefonê (+90) 486
Qilaban is located in Tirkiye
Qilaban

Qilaban (bi tirkî: Uludere), navçeyekî girêdayî bajarê Kurdistana bakur Şirnexê ye. Qilaban di 27'ê pûşperê sala 1957'a bûye bajar. Li gor serjimêra sala 2008'a hejmara rûniştvanê bajêr 11.030 û ya navçeyê 38.511 kes e.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Erdnîgarî

Qilaban , pîvana qezayê 825 km² ye. Bi Êraq ê re xwediyê 56 km sînor e. Li rojhilatê bajarê Colemêrkê qezaya Çel, li rojavayê Şirnex û qezaya Silopî, li bakurrojhilatê qezaya Elkê, li başur Êraq ê heye.Di cihê erdnîgarî de bi çiya û banî ye.Haftanîn û Kêla Memê çiyayên herî bilndên herêmen e.Ji xeynî vê jî Siwar, Serêhe, Haftanîn, Meydan, Elcan û Şirîş jî zozanên giring in. Rêba wî bi girseyî karasal e.Havînên wî germ û zuha,zivistanên wî jî cemidî û baran e.Û Newala Hezîl qezayê dike du qet alîyekî wî Rubarê Qilaban reh dide qezayê.

[biguherîne] Bajarok û Gund

Bajarok: Dêra Hînê (Uzungeçit), Sêgirkê (Şenoba), Helal (Hilal), Şexan (Şeyhan),

Nahiye (Navend): Kiror (Ortabağ)

Gund: Mijîn (Akduman) , Şirîş , Qeşûran (Andaç) , Kalikê (Ballı) , Kadûn (Bağlıca), Şiwêt (Bağlı) , Nîreh (Bulakbaşı) , Hadrîş (Dağdibi) , Bojeh (Gülyazı) , Billeh (Işıkveren) , Ziravge (İnceler) , Şîî (Doğan), Bozyon (Onbudak) , Aroş (Ortaköy) , Robozik (Ortasu) , Kiror (Ortabağ) , Yekmal (Yekmal) , Mergeh (Yemişli), Nêweh (Taşdelen) , Xwovûr (Habur-2), Zavyon

[biguherîne] Dîroknasî

Dîroka qezayê ji beriya mîlatê destpê dike.Di dîrokê de ketîye di bin Urartû, Med,Pers, Romayî, Arsaqî û Sasanîyanve.Di 1142’yan de I.Îmadeddîn Zengî di sala 1260’an de Hulagu bi destxistina herêma Colemêrgê,begên herêmê 1349’an de Karakoyinlî girêdana xwe qebûl dike.1386’an de Tîmur û 1502’yan ve di bin hikmê Safevî de Qilaban,di dewra Siltan Silêman’de bi girêdana Împaratoriya Osmaniyan ve îşê di nav xwe de serbest hate berdan.Begên eşîretan heqên xwe parastin,ji xeynî sistema erd a li Osmaniyan bi şertê rêkirina eskeran heta cimhûriyetê jiyîn.Demê Osmaniyan eşîreta Sindî serwerê civakê bu.

Piştî îlan kirina cimhuriyetê buyîna bucak û girêdana qezaya Elkê, Qilaban di dîroka 27.06.1957’an de bi qanûna hêjmartin 7033 bûye qeza.Ji vê dîrokê heya sala 1990 bû qezayekî girêdayî Colemêrk e bu.Heta dîroka 16.05. 1990’an de 3474 qanûna bi hêjmartin bi bajarê nû Şirnex ve hate girêdan. Qilaban,girêdayî Şirnexê ye û dûrehî ya wî 48 km ye. 12 gund û 3 bajarok hene.Belediya Qilabanê 1958’an de hatîye danîn.

[biguherîne] Çekirina demografîk

Hêjmara Qilabanê, %95 jê bi nifûsa wî qalablix a Kurd,eşîreta Goyan pêk tê. A dimenê jî yên ji devre tên û memur in. Gelek ji qebîleyên eşîreta Goyan, jî li gund û navendê jiyana xwe di domênin. Li demên dawî jî yên koç girî,li taybet jî li Stenbolê dijîn hene.

[biguherîne] Xweza

Bi hebûna folklorîka dewlemend, navçeyekî giring ên Şirnexê ye. Bi zozan û newalên xwe xûdanê cihên gerîng e.Xudanê malên bê wekhev û axîn gelek girig e.Havînê darên bilind ên selwî, zivistanê jî bi berfa xwe cihekî bê wekhev e.Mehên biharê,ên ji zozanê tên komkirin, pincar, lûşik, kerenk, bîg lazimtiya kesen li Qlabanê dijîn pêk tîne.Fêkî jî,kereng û temtol, nêzî havînê li sûkan tê frotin.

Ji aliyê fora û flora ve qezayekî dewlemend e. Şînehî ya endemîk gulasork an jî gulasorka çiyan e. Li Tirkîyeyê bi tenê li Qilaban-Colemêrkê li çiyan tê dîtin heq dike bibe sembola Qilaban ê.

Ji xeynî vê jî,heya ku li sibat 1970’yan li Şirnex-Qilabanê ji aliyê Şehit Şen’ve tê kuştin Pilinge Hezarê li vir di jiya. Ji aliyê jiyana wehşî ve jî dewlemend e. Ji sereke bizinen çiyan ve, hirç, beraza wehşî,xezal, rûvî,kew û gelek nirxên çûçikan hene. Ji erdnîgarî ji aliyê turizma zivistanê ve dewlemend e.

[biguherîne] Edeta Xwarinê

[biguherîne] Xwarin

Gulasork-Qilaban ê
  • Hilîsa: Goşt, difs û bi genimê hatî hingaftin tê çêkirin.
  • Kutilka Pirincê: Kifteya bi pirinçê.
  • Kutilka Savar: Kifteya savarê ye.
  • Xwarina Giroyê: Bi çiklok û pirinçê tê çêkirin.Difs tê serkirin.Xwarina herî xweş en gelî ye. Ji berê,bê guman,giro dihat çekirin û dihat dayîn.
  • Pîdeya Goyan: Hevîr,goşt,penîr,heg,mast û zeytin.

Çêkirin: Hevîr heta nermika guh dê êt çêkirin. Bi goşt hevîr tê vekirin. Tiştên dî jî heta wek hevîr lê tê, tên şexitandin. Tiştê li ser hevîr tên dayîn.Serwisa germ tê kirin.

  • Suryaz: Giyayekî li zozanan tê komkirin û pûvaz bi sebzeyan tê çêkirin.

[biguherîne] Penîr

  • Penîrê sîrik,penîrê kereng.

Tiştên Şêrîn

  • Xavîs : Difs,ar û dehnê ron tê çêkirin.
  • Kulîça: Hevîr,tiştên têde (goz,penîr hw.) tê hazir kirin.

[biguherîne] Cilikên Herêmî

Şel û Şapik-Kiras û Fistan-Qilaban ê
  • Zelam Şel û Şapik yan jî Tirgal dikin ber xwe.
  • Jin jî Kiras û Fîstan dikin ber xwe.
  • Cilikên Qilabanî jî jin Kiras-Kurtek û zelam jî Şel û Şapik;yan jî Tirgal ji cilikên giring e.

[biguherîne] Dest Sinet

Cilik û mehfûrên Qilabanê pir navdar in. Gelek atolyeyan tê çêkirin û hemû deveren Tirkîyeyê tê firotin. Ji xeynî vê jî, goreyên hirî,ewen bi tenê bêrivan bi kar tînin tê çêkirin.

2000 7928 - -
1997 6383 - -
1990 6289 - -
1985 6023 - -
1980 5045 - -

[biguherîne] Şaredariya Qilabanê

Hemû Sandoq 14
Sandoqên Hatîn Vekirin 14
Hemû Hilbijêr 3 hezar 420
Riiyên Di Cî De 2 hezar 986
Riîyen Nehatin Avêtin 434
Sandoqên Hatîn Vekirin 100.00
DTP 2168 - 72.61
AKP 0556 - 18.62
DSP 0210 - 07.03
BBP 0024 - 00.80
CHP 0016 - 00.54
MHP 0008 - 00.27
İP 0004 - 00.13

[biguherîne] Çavkanî

[biguherîne] Girêdanên Derve


37°26′48″Bk 42°51′05″Rh / 37.44667°Bk 42.85139°Rh / 37.44667; 42.85139

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din