Qirtik
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qirtik (bi inglîzî: Cartilage) corek ji tevinekê girêdanê ya ku li gelek beşan di laşî mirov de hene wek guh, poz, navbara movikan, qilqancik û bronşan. Ew req e lê ne wek hestî û elastîk e.
Tevinekê qirtikê ji şaneyên qirtikê pêk tê, yên ku di miqdarekî mezin ji ekstrasellular matriks (Extracellular matrix) de ne. Di matriks de davên kollagen pirranî cor 2 (collagen Type II) û proteoglykan û hyalîn (Hyaline).
Sê cor ji tevinekê qirtikê hene, qirtika hyalîn (hyaline cartilage), qirtika elastîk (Elastic cartilage) û qirtika davê (fibrocartilage).
Boriyên xwînê têde tune ne.
