Quran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Qur'ana Pîroz ya Misilman an

Quran an jî Qur'an ‎(bi erebîالقرآن‎), pirtûka pîroz a dînê Îslamê ye[1].

Li gorê dînê Îslamê çar kîtabên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê. Her yekî ji wan bo pêxemberekî Xwedê bo rêsanedana wî bo însanan hatiye rêkirin.

Quran, li gorî bawermendên misilman gotinên Xwedê ye û ew di sala 610an a piştî mîladê, ji alî Xwedê de bi rêya wahîy ve ji Mihemed re gava ku ew 40 salî bû, di şeva leylet el-qadirê hatiye rêkirin. Quran ji 114 sûretan (sûreyan), 6.236 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin.

Mucîzeyên Qur'anê yên Zanîstê[biguherîne]

Di Qur'anê de gelekî mucîzeyên li ser zanistê hene, Ew tiştên ku di dema Mihemed Pêxember de zanîbûna wan ne minkûn bûya ku mirovan bizanîbya, Lêbelê ew agahî di Quranê de 1400 sal berê nîşan dabû, Ew ayetên qala zanistê kiribû teze di sedsala 20'an de hatine zanîn.[2][3][4]

  • Mucîzeya Gerdûnê

Qur'ana pîroz qala firehbûna kaînatê dike, Di sûreyê zarîyat di ayeta 47'an de waha dibeje "وَالسَّمَاء بَنَيْنَاهَا بِأَيْدٍ وَإِنَّا لَمُوسِعُونَ" Me asîman (kaînatê) bi qudreta xwe ava kir û bê guman em wî fireh jî dikin

Ev agahîya firehbûna gerdûnê di sedsala 20'an de ji alîyê zanistê DYAyê Edwîn Hûble di sala 1929'de bi teloskopê ve hate zanîn, lê di Qur'anê de 1.400 berê qal kiribû ku gerdûn herî diçe fireh dibe.

  • Mucîzeya Atmosferê

Di sûreya enbîya ayetan 32an de jî waha dibeje : "وَجَعَلْنَا السَّمَاء سَقْفًا مَّحْفُوظًا وَهُمْ عَنْ آيَاتِهَا مُعْرِضُونَ Me asîman kir esreq (tawanê) parastinê, lê Ew hîn jî ji ayetên me nabînin.

Di vê ayetê de bahsa Atmosferê dike, tê zanîn kû dinya digere û ew dengê gerandina dinyayê pir e ijar dema Atmoster nebûya ew deng di hat mirovan wê kesekî nikarîbû jîyan bikira, li aliyê din jî ; kevir û maddeyên pir xesar tên li dinyayê bikevin Atmosfer van meddeyê pir xesar asteng dike.

  • Mucîzeya Avê

Dîsa jî di Qur'anê sureyê Rehman ayeta 19 û 20'an de waha dibeje : مَرَجَ الْبَحْرَيْنِ يَلْتَقِيَانِ

بَيْنَهُمَا بَرْزَخٌ لَّا يَبْغِيَانِ

Du behra li ber hevdû hîştîye, lê li nav hevdû nakevin, di orta wan de anteng heye.

Ew behra ku ava wan li nav nakeve behra Tengava Cîbraltarê ye, Alîkî ava t'al e alîkî jî ava şirîne tên ber hevdû jî, lê li nav hevdû nakevin, Ew avên bi vê şeklê ne tenê li Cebelîtariqê ye, li gelek ciya heye.

  • Mucîzeya Rûgehê

Di sûreya enbîya ayeta 33îyan de waha dibeje ; وَهُوَ الَّذِي خَلَقَ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ كُلٌّ فِي فَلَكٍ يَسْبَحُونَ Bişev, biroj, rojê û heyvê Wî çêkir, û her yek di rûgeha xwe de dîçe.

Di sedsala 20an de hate dîtin ku her stêrk û cîsmên asîman her yek di rûgeha xwe de diçin.

  • Mucîzeya Tebeqeya Dinyayê

Di Qur'anê di sûreya telaq ayetan 12an de waha dibeje; Xwedê heft qat asîman û li 'erdê jî mîna wî çêkiriye

Ji xwe îro zanist dibeje ev qat an hef in û ev in; hîdrosfer, lîtosfer, astenosfer, manto ya jor , Manto ya jêr, dendika derve û dendika hindir.

Mucîzeyên Qur'anê yên matematîkî[biguherîne]

Di Qur'anê de gelekî mucîzeyên matematîkî hene ji vanaka hinekî di jêr de cih girtine.[5][6]

peyvên pêwenderên hevdû an jî dijî hevdû qasê hevdû derbas dibin.

  • Roj (yewm) 365 caran derbas dibe
  • Rojan/rojên 'gelejmar' (eyyam û yewmeyn) 30 caran
  • Meh 12 caran

Ji xwe salekî 365 roje, rojên meha derdorê 30 roj in, û meh jî 12 ne.

  • Esmanê 7a 7 caran, Afirandina Esman 7 caran
  • Ceza 117 caran, Bexişandin 234 caran (bexişandin 2 qat)
  • Bibêje 332 caran, Ewan Gotin 332 caran
  • Dinya 115 caran, Axret 115 caran
  • Zilim 115 caran, Dadmendî 115 caran
  • Rehîm 57 caran, Rehman - 114 caran (rehman 2 qat)
  • Îslam 70 caran
  • Qur'an 70 caran
  • Wahîy 70 caran
  • Cennet 77 caran, Cehennem 77 caran
  • Zekat 32 caran, Bereket 32 caran
  • Xirabî 3 caran, Qencî 6 caran (qencî 2 qat)
  • Havîn 5 caran, Zivistan 5 caran
  • Sar 5 caran, Germ 5 caran
  • Musîbet 75 caran, Şukur 75 caran
  • Xizanî 13 caran, Dewlemendî 26 caran (dewlemendî 2 qat)
  • Jiyan 145 caran, Mirin 145 caran
  • Jin 23 caran, Mêr 23 caran
  • Tengasî 13 caran, Fireqetî (aram) 13 caran
  • Rûyê erdê 13 caran, Behr 32 caran

Tevêhev + 45 dike

  • 13/45=%28,88888889
  • 32/45=%71,11111111

%100

Ji xwe dinya ji sedê % 71ê wî behr e, Ji sedê % 28ê wî jî erd e.

  • Nimêj 99 car derbas dibe, ji xwe navên Xwedê jî 99in.
  • Peyva "Însan" (mirov) di qur'anê de 65 car derbas dibe ji xwe afirandina mirova jî ji 65 gihanek e.
  • Xwelî (Ax) (tûrabûn) 17 car
  • Nutfe (nutfûn) 12 car
  • Embrîyo ('aleq) 6 car
  • Cîtîkî Goşt (meda'a) 3 car
  • Hestî (îzamûn) 15 car
  • Goşt (lehmûn) 12 car

Tevê hevdû + 65 dike.[7]

Pirtûkên pîroz ên berê Quranê[biguherîne]

Bergê Quranê

Pirtûka yekê ku li gorî bawermendan ji aliyê Xwedê ve hatiye erdê Tewrat e. Xwedê ew bo Musa rêkiriye. Lê ew 750 salan pistî nazilbûna xwe hate komkirin. Dawud, texmînen, berî Mîladê, qernê (sedsalê) 10'an de jiyaye. Xwedê Zebûr ji bo xatirê wî rêkiriye. Bo Tewrat û Zeburê, bi hevre "Ahd-î, Atîk" tê gotin. Berî Mîladê di sala 1200‘an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yeke 1000 salan dewam kiriye.

Încîl jî (di Ahdî Ceddîd de) ku bo Îsa Pêxember hatiye rêkirin, jî di cih de ne hatiye nivîsandin. Pistî Mîladê sala 110‘an de dest bi nivîsandina wê hatiye kirin. Qur‘an di sala 610‘an, pistî Mîladê, bo Mihemed hatiye xwarê. Û ew di çaxeke kurt de hatiye nivîsandin. Ji van her çar pirtûkên Xwedê re "pirtûkên Îlahî)" (pirtûkên Xwedayî, tê gotin. Li gor gelek dîtinên cihê, cihê, ji van ew her sê "kîtabên îlahî, ango Tewrat, Zebûr û Incîl, di pêvajoya dîrokê re naveroka wan hatine guhetin, ew ji rastiya xwe hatine dûrêxistin. Lê, li gor misilmanan, ev yeke bo Qur‘anê ne welêye, ew ya heqîqiye.

Çêbûna Qur'anê[biguherîne]

Al Fâtiha
Quranekî berê

Li gorî ola Îslamê , pirtûka Qur‘ana pîroz ji gotinên Xwedê hatiye çêkirin. Ew kitêba dawiyê ye ku ji aliyê Xwedê ve û ji bo pêxemberê yê dawiyê, Pêxember Muhammed, gava ku ew 40 salî bû, di sala 610, di seva "Leylet-el Qadir" de, bi rêya wehiya Xwedê, bi rêya melekê Xwedê, Cebraîl ve hatiye rêkirin. Qur‘an-a Kerîm, hino-hino, ayet bi ayet, dihate rêkirin. Ji xwe jî, Xwedê, bo vê yekê jî weha dibêjê: "(Me) Quran-a Kerîm bo insanan, çax bi çax, da ku bixwînin û têbigihin,lê, li hino-hino belavkiriye û rêkiriye (el-Îsra: 160)". Rêkirna Quranê, bi vî awayî ew bo parastin û jiberkirina wê hesanîtri kir .

Gava ew nazil dibû (dihate erdê), Mihemed jî di cih de ew bi alikariya katibên wehyê, yê eshaban, di huzura wan de li ser çerman, li ser kevirên sehîk û li ser melzemeyên din dida nivîsandin û nûsxeyek jî li mala wî dima. Li aliyên din jî, gava her ayetek wehî dibû, ango dihata xwarê, ew di cih de, ji xeynî nivîsandinê, ew ji aliyê hafizqur‘anan (Qur‘anjiberan) ve dihate jiberkirin jî. Ev yeke li gor rêsana Mihemed cih û tertîba wê ayetê û ku gava Cebraîl ew gihandî Resulê Xwedê, welê dihate pêkanîn.

Hersal di meha Remezanê de, Mihemed 10 rojan dikete îtîkafê, ango dirûnist û bes îbadet dikir, Qur‘ana ku ji Cebraîl re dixwend. Cebraîl jî Qur‘an ji wî re dixwend û bi vî awayî wan xwendina hevdû didan li ber hev; bi awayekî din, wan ew "kontrol" dikirin. Qîza Mihemed, Fatîma, dibêjê ku bavê wê carekê bo vê yekê weha gote wê: "Qîza min, her sal Cebraîl carekê Qur‘an dida ber ya min, lê îsal wî ev yeke ducar kir. (Ji vê jî) bêguman, texmîn dikim ku ecelê min nîzik bûye" (Buharî,Tecrîd-î Sarih, Tercume, Cilt II, Hadis 1767). Ebu Hureyre jî: "Resullullah her sal cerekê; sala wefat kirî du caran Qur‘an da ber ya Cebraîl û 10 rojan, sala wefat kirî 20 rojan kete îktîfayê" (Buharî, Fedaîlû Quran, bab: 8 (Kane Cebrîl ya‘rîdu‘l Qur‘an) . Pistî wefata Pêxember, di çaxê Ebubekir de, di serrê kesên ji dîn vegerayî de, Yemamê (633) 70 hafizqur‘an sehîd bûn. Ev yeka Omer tirsand. Wî mûracatî Hz.Ebubekir kir û wî jî kare bo nivîsandina Quranê da Zeyd Sabît, katibê ku Mihemed jê hez dikir. Hemû meteriyalên li ser Qur‘anê dane Zeyd û wî jî ew û yên hafizqur‘anan da ber hev. Pistre, her sure, ayet, ku bi wehî hatibûn xuyakirin, li gor hatina wan hatin rêzkirin û bi lehçeya Qureysiyan hate nivîsandin. Navê wê "MUSHAF" hate danîn.

Pistî wefata Ebubekir, ew teslîmî Omer bîn xetab hate kirin û di taliyê de, gava Osman bû Xelîfe, wî komîteyek di bin serokatiya katip Zeyd bin Sabît de avakir û ew surê, ne li gor hatinan wan, lê li gor girêdanên wan bi hev re, tertîp kir û 7-8 nûsxe nivîsandin û li wilayetan hatin belav kirin.

Qur‘an li gor van bingehînan hatiye rêzkirin:

Sûre: Maneya Şeref, rutbeya mezin yan jî bingeha xanî didê. Li gor ilmê tefsîrê Qur‘ an ji qismên sûreyan tê pêkanîn. Sûre jî, ji ayetan tê pêkanîn. 104 sûre ango qisim yên Quranê hene.

Ayet: Maneya , elamet, îsaret, îbret, delîl , mucîze didê. Li gor ilmê tefsîrê, ayet maneya, yan jî hukmekî îfade dikê.

Hijmara ayetan, li gor Zemahserî 6,236. Ji wan hezar ayet Imre, hezar Nehye, hezar Wa‘de, hezar Wa‘îde(tehdîde), hezar dengûbas û qise, hezarek jî ibret; 500 Ehkam (helal û heram), 100 tesbih û dua û 66 jî di warê nesîhetê de ne.

Gotinên Quranê li gor Medîneyiyan, 77.934, li gor Mekeyiyan 77.437.

Qur'ana bi Kurdî[biguherîne]

Qur'an bi erebî hatiye nivîsandin,

Qur'anê, berê Mamoste Hejar zivirand zimanê Kurdî piştê wî ji aliyê Husein Muhammed ve hate wergerandin. Li tirkîye ji di sala 1997an de ji alîye Abdullah M. Varlı ve ziviri zimane kurdi. Wegereke din di malpera al-shia.com de heye. Qur'an ji aliyê Mele Muhemmed Şirîn ve hatiye wergerandin. Bi navê Tefsîra Şirîn.

Sûre[biguherîne]

Di Qur'an de 114 ferker (sûre) heye. Binihêre: Sûre

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]