Rêçika Zûlî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serokê 'Rêçika Zûlî Şêx Mûsa (Siltan Şêxmûs) bûye. Ew xwepêgirê Şafiî bûye. Di pirtûka bi navê Mewahîb-îl Îhsaniye de jî ku niha di Pirtûkxaneya Medîneya Pîroz de ye, behsa zarûkên Omer hatiye kirin ku çewan û li kur belavbûne, behsa dirêjiyê kiriye heta ku li Kurdistanê gihaye Siltan Şêxmûsê Zûlî. Çewa ku behsa Rêçika Zûlî di pirtûka Tebeqatî Kubra de jî, rûpel 119/ Şex Yûsif Nebhanî, hatiye kirin, ev rêçik ji Siltan Şêxmûs diçe heta ku digîje Hezretî ‘Umer. Belam diyar e ku Rêçika Qadirî digîje Hezretî Elî û ya Neqşebendî jî digîje Hezretî Ebûbekir.

Navê vê Rêçika Zûlî heta dema Siltan Şêxmûs jî, Rêçika Farûqî bûye. Lê di dema kametiya Siltan Şêxmûsî de, navê wê hatiye guhartin û bûye Rêçika Zûlî. Zûlî bi wateya xwe ya ferhengok, yanî dûr. Li gorî berhema me gotî, dema ku Siltan Şêxmûs hatiye herêma Mêrdînê, çûye ketiye şkeftekê û ji Xwedê re perestinî kiriye. Wî şevekê di xewna xwe de dîtiye ku jineke pir bedew hatiye ba wî û gotiye ku ez bo te hatime hinartin. Siltan Şêx Mûs gotiye Jinikê: Zûlû ennî! Yanî ji min dûr bibe. Îcar piştî wê bûyerê, navê rêçikê bûye Rêşika Zûlî.

Piştî ku Neteweyê Kurd ola bisilmantiyê pejirandiye, xwe daye ser Rêçika Farûqiyê. Di dema Siltan Şêxmûs de ku navê rêçikê bûye Zûlî, her wisan Rêçika Zûlî gelekî berfireh bûye û piraniya qada Kurdistanê jî vegirtiye. Çil xelîfeyên Siltan Şêxmûsê Zûlî hebûne. Ji wan xelîfeyan, hinekên navdar ev bûne: Şêx Yehyay Tikrîtîye, Şêx Sadî Amêdiye, Şêx Cemal şîrazî, Şêx Cemaledîn Hekarî, Şêx Pîr Xetab, Şêx Hesen Zirqî, Şêx Ebdullah Altînî, şeyx Fereh Ehmed El Rûmî, Şêx Ebdullah, Şêx Dawid Kirkinî, Şêx Mucella, Şêx Eliyê Muhellemî, Şêx Merwan, Şêx Berzan, Şêx Pîr Elî, Şêx Exî Bunyan, Şêx Gurlozan, Şêx Mexlûf El Mecnûn, Şêx Dawid El Thûmî, Şêx Elî El Farqînî, Şêx Îbrahîm El Comanî, Şêx Xendeq, Şêx Xeşef û hwd...

Ew xelîfeyên Siltan Şêxmûs li navrasta Kurdistanê belavbûne û îrşad kirine heta ku Mewlana Xalidê Kurdî yê Dêrezorî çûye Hindistanê û ji ba Seyîd Ebdullah Dehrî Rêçika Neqşîbendî aniye. Hingê Rêçika Zûlî xwe veguhaztiye ser Rêçika Nexşebendiyê û li îrşadê domandiye û heta niha ji her didomîne... Yani Rêçika Zûlî li Kurdistanê dest bi îrşadê kiriye û li Kurdistanê jî gihaye dawiyê.

Awa û tewrên perestiniya di Rêçika Zûlî de, tiştekî mîna perestiniya di navbera Rêçika Qadirî û ya Neqşebendî de bûye. Tewrên zikrê wê bi kurtî weha bûne: Civat bi eşkeretî û dengane zikrê Xweda dikir, kesên wê yên taybet, nihênî bûne. Çi kesê ku sê meh li ba murşidekî perwerde dibû û eger ku têkilê rêçikeke din jî nebibûna, dikaribû têkeve Rêçika Zûlî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]