Rêhesina transsibîrî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rêhesina transsibîrî, rêhesina herî dirêj a cîhanê ye ku li serbajarê Rûsya Moskowê dest pê dike, ber bi rojhilatê ve diçe derbasî bajarên Novosibîrsk û Îrkutskê dibe diçe heta Vladîvostokê. Di navbera salên 1891 û 1915'an de hate avakirin. Dirêjbûna rêhesina transsibîrî 9.330 km ye û geşt ji Moskowê heta Vladîvostokê heft roj diajo.