Rêxistinên civakiyên sivîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Herçend li ser tarîfa rêxistinên civakiyên sivîl (RCS) hin nakokiyan hebin jî di wateya giştî de çend pêşqebûlên esasî hene. Li serî de divê mirov wisa diyar bike ku bêguman sedemên hebûna RCS yan pêktêt ji kêşe û arîşeyan. Yanî li ku derê derd û muşkîle û nerehetî hebin li wir RCS ava dibin. RCS an wekî arîkerek an jî wekî aktorekî esasî xwedî îddîayê hêza çareserkirinê ye. Bi gotinekî dî, ew meseleyên ku saziyên dewletê netiwan çareser bikit an jî naxwazit çareser bikit RCS bo çareserkirinê lê zor dide.

Armanc û bernama wan çi dibe bila bibe hemû RCS yan li ser bingeha lêgerîna maf xwe damezrandine. Ew li mafan digerin. Bo tarîfeke hevpar mirov dikar e hin pîvanan eşkere bike ku herçî rêxistinên civakî yên sivîl in, ew ji alî hevwelatiyên rêxistinbûyî bo çareserkirina kêşeyeke civakî yê derûdorê û bo pêşdebirina bîreweriya dîmokrasiyê, bo geşkirina bêşdarbûniya civakî hatine damezrandinê. Li gori armanc, babet û rêbazên xwe cûrbicûr rêxistinên sivîl hene. Rêxistinên parastina maf û azadiyên mirovan, neteweyên bindest, kêmneteweyan, karkeran, xwendevanan, jinan, ciwanan, zarokan, gay, hevcinsî, odeyên pîşekarî, komelên hemşehrîtî, parastina xweza û sirûştî, dijraberiya çekdarîbûnê û şer û hwd. Her çi armancên wan î taybetî dibe bila bibe hemû RCS yan divê xizmet bikin bo jiyanak rêxistinkirî, civakek eşkere ya vekirî û berjewendiya raya giştî ve. Ji ber vî yekê zemîna ku li ser in û çavkaniya ku jê perwerde dibin lazim e alîgirê mexdûran bin û dijraberî statûya heyî bin. Guftûgoyên ku li ser civaka sivîl tên kirin îroj zêdetir ev pirsa han dikin ku gelo civaka sivîl bixwe armancek e, an wasiteyek e? . Li gorî bersîva vê pirsê çalakî û bernameyên rêxistinên civakî yên sivîl ji hevudû cuda dibin.

Li dîroka cîhanê da pêşketina bîreweriya civaka sivîl bi avabûna bajaran ve têkildar e, jixwe bêjeya sivîl û bajarî bi hevûdu re eleqedar e. Civilization çawa ku ji civil têt herwiha di Kurdî de jî bêjeya şaristanî ji şar(şehr, bajar) tête, Ereb jî bêjeya medeniyetê ji medîne ve zêde kirine. Wekî pêwistiyek derketina ramana civaka sivîl behra pitir rastiya xwe ji jiyana civakî û siyasî ya Ewrope digire. Lewra kişifkirin û mêtingehkirina parzemînên nû, derbasbûna ji hilberîna destane bo hilberîna endustrî, avabûna bazara serbest, aboriya pêyasê û gerandina mal û para, berfirehbûn û têkelbûna têkiliyên hilberîniyê û hwd. digel xwe buhran û guherînên mezin û nişkeva anîtibûn holê. Hemû ev serûbinîbûn û guherînan li beranberê xwe da civakan jî guherand û zor da ku zimanên hevpar î neteweyî çêbe, supayên netewî bête sazkirin, wekî îradeya siyasiya gel meclîsên mîllî avabin, qanûna esasî bête nivîsîn û fehma hevwelatîbûn bicih be û hwd. Yanî civakên ewropî wekî dîrokî ji civaka girtî/eskerî ber bi civaka vekirî/sivîl ve xwe veguhezandin. Her wiha li vê pêvajoyê de koçberiya ber bi Emerîkaya Bakûr ve dê demekî nêz de mora xwe li dîroka cîhanê bixistana. Lewra li ku derê Ewrope de yekî pêxwas, bê mal û beradayî hebû ewan hema yekser berê xwe dane ev xakî. Ev mirovên nerehetên bêfitûr demeke şûnde dê bibûna mezintirîn reqîbê welatmaderê xwe. Esas fehma civaka sivîl pitir li Emerîka geşbû û li demeke kûrt de cûrbicûr rêxistinên civakî yên sivîl li her derê Emerîka de belavbû. Niha RCS yan li Emerîka de wekî “Sektoreke Sêyemîn” tên binavkirin û bi her awayî li ser polîtîkayên stratejîk ên dewletê de rolekî sereke dileyizine.

Gelo dema ev guherînan çêdibûn li cîhanê da rewşa civakên rojhelat çawa bû? Hinek derengî be jî bi wasitayê ramanger û nivîsarên Osmanî ve ku hin ji wan wekî Jontirk têne binavkirin ev fehm gehîşte alî me de jî. Li serê sedsala bîstan de împaratoriya Osmanî ketibû nav buhranek wisa ku nikaribû serê xwe rakirina da li dora xwe binêhere. Sînorên împaratoriyê sal bi sal meh bi meh her diçû parçe dibû. Neteweyên bindest ên Osmanî têk dikoşan da ku serxwebûn û maf û azadiyên xwe bi dest ve bixin. Aloziya li herêma Balkan û tevgera Ermeniyan herwiha tesîra xwe da li ser bîrewerên Kurdan jî. Heta wê demê ew Kurdên ku wekî Osmanîparêz hereket dikirin hêdî hêdî ew jî hatin ser xeta Kurdperweriyê. Hetanî Meşrûtiyeta duwem giregir û nivîsar û xwendewarên Kurd pitir di nav cemiyetên Osmanî de bûn û armanc û daxwazê wan li ser ademî merkeziyetperweriyê û çêkirina hin islahatan li Kurdistanê bû. Jixwe wî demî Prens Sebahattîn û hevalên xwe li civaka Osmanî de bo geşkirina fikra teşebusî şexsî û ademî merkeziyetperwerî herwiha li Kurdistanê jî birêxistin dibûn. Alayên Hemîdî, mektebî eşîretên Kurd li Stembol hemû ev yek bihêz dikirin. Dewra Îstîbdada Ebdulhemîd ku hemû ramanger û nivîsarên dijraber nef û neyîstan kiribûn bo derveyî welêt Kurd jî behra xwe girtin ji vê zordariyê. Piştî ji nûve îlana meşrûtiyet û vegerîna Jontirkan ji Ewrope di nav tirkan de jî bîreweriya netewî bihêz bibû. Rêxistinên alîgirên Osmanîparêz diguherîn dibûn wekî rêxistinên Tirkperwer û her wisa tevdigeriyan. Bo nimûne tê zanîn ku Îttîhad û Teraqî ji rêxistina Îttîhad û Osmanî pêkhatiye ku sê damezrenên wî bi xwe Kurd in. Evdilla Cewded, Îshaq Sukûtî û Mihemed Elî Efendî. Lêbelê heman Îttîhad û Teraqî dawiyê de bû sembola Tûraniyan. Piştî îlana meşrûtiyet herwiha bîrewerên Kurd jî vegeriyan û dîsa dest bi xebata rêxisinbûnê kirin. Lêbele îcar ne wekî rêxistinên Osmanî, wekî rêxistinên bo doza maf û azadiyên Kurdîtiyê tevgeriyan. Xebata biraderên Bedîrxaniyan û rojnameya Kurdistan, mala Baban, mala Şêx Ûbeydullayê Nehrî, mala Berzaniyan, Berzenciyan, Şîkakiyan û hwd. Hingê bajarê Stembolê ku paytexta împaratoriyê bû herwiha bo bîrewer û munewerên Kurdan jî cihê navendî bû. Di wê pêvajoyê de gelek civînên Kurdan jî li dar diketin, em baş dizanin ku Cemiyeta Tealiya Kurdistan (KTC) hingê li tevahi bajarên Kurdistanê birêxistin bibû lêbelê feeliyetên wî pitir siyasî bûn. Herçend gelek rêxistinên Kurdan hatibûye damezrandin jî wekî fehma rêxistinek sivîl hêjayê gotinêye ku mirov hinek behsa Cemiyeta Teawûn û Teraqiya Kurd (KTTC) bike. Gelek damezrenêrên Cemiyeta Tealiya Kurdistan heman demê de tevlî avakirina KKTC yê jî bibûn. Dema em li beyannameya KTTC ê dinêherin bi rastî jî hin xalên wisa balkêş hene ku mirov dikare bo roja me jî bi kar ve bîne. Cemiyet bi awayeki fermi piştgiri dida meşrûtiyetê û bo ku fehma meşrûtiyetê li Kurdistanê belav be hin xebatan jî kiriye. Aliyê balkêş ev e ku cemiyet bo pêşxistina ziman û edebiyata Kurdî gelek hewl daye amade bike rêziman û ferhengeke mezin a Kurdî. Her wiha bo berhevkirina berhemên kurdî û weşandina kitêban hewldaye ku çapxaneyek ava bike. Di bernameyan wan de avakirina bankeyek Kurd, karxaneyan li Kurdistanê, wargeh bo telebeyên Kurdên li derveyê Kurdistanê, derxistina rojnameyek Kurdî û hwd. jî heye. Wekî şênber xebata wan î balkêş ew e ku cemiyet li Stembol li taxa Çemberlîtaşê da bi navê “Dibistana Meşrûtiyet” mektebeke bi tedrîsata zimanê Kurdî vekiriye bo zarokên Kurd ên seratayî û navendî. Yekemîn car elîfbayê Kurdî bi tîpên Erebî hatiye çêkirin ji alî Mele Xelîl Xeyalî Motkî ve ku ew hem endamê cemiyetê bû û hem jî mamosteyê dibistanê bû. Her wiha cemiyet li gelek bajarên Kurdistanê da şûbeyan jî vekiri bû. Cemiyet li Stembolê bi rêxistinên xeyrî muslîm û Ermeniyan ve jî têkilî daniye. Her wiha bi Patrîkxaneya Stembolê jî çûn hatinên wan hebûne. Bo aşîtiya di navbera Kurd û Ermeniyan ew bi hev re hin feeliyan jî pêkanîtine. Herçend temena cemiyetê pir zêde neçû jî ew bi nasnameya Kurd di warê rêxistinbûna civakî ya Kurdî de gelek xizmetên bêemsal û girîng kiriye. Birastî em ji wê demê hetanî niha dikarin behsa gelek rêxistinên civakî yên Kurdan bikin. Herçend maweyek kurt be jî li dîroka me ya nêzîk de azmûna dewletbûyina Melîkatiya Silêmanî, Komara Kurdistan li Mehabad, Otonamiya Kurdistana Başûr 1970 û Federaliya Kurdistana Başûr a niha, tevgerên li Kurdistana Bakûr bi avakirina saziyên xwe î fermî û bi dam û dezgeyên xwe î civakî gelek bandorên erênî pêk înane li ser fehm û qewareya rêxistinên civakî yên sivîl î Kurdan de.

Îroj li cîhanê da rêxistinên civakî yên sîvîl di nav buhranek mezin de ne, li ser sedemên hebûna RCS yan gelek niqaş û guftûgo tête kirin. Hin RCS yên navnetewî ne têde îroj pirraniya ev cûre rêxistinan li ser zemîneke şematokî de diherin tên. Gelek dewlet û rêxistinên navdewletî û şîrketên mezin yên cîhanî bo xebata rêxistinên sivîl teşwîq didin, bo wan fon vediqetînin û li raya giştî de piştgiriya wan dikin. Herçend rola wan î erênî bo pêşketina maf û azadiyan û civakek demokratîk hê jî berdewam be jî mixabin îroj gelek rêxistinên sivîl yên herêmî pitir bo mezinkirin û berfirehkirina qewareyên xwe û li dû destxistina fonan bo projeyên xwe tevdigerin. Îroj hem li cîhanê da û hem jî li herêma me de ji bilî destxistina fonan bo projeyên xwe û boyî berdewamiya statûya xwe ya heyî tu karî berbiçav nayête kirin. Yanî dema ew proje çêdikin ji pêdiviya civakê zêdetir li gorî pîvanên donouran(ewên ku fon didin) hereket dikin. Her wiha tê zanîn ku ev donouran jî ekserî sazî û dezgeyên Ewropî nin. Ev yek, ev cûre rêxistinan ji meseleyên rasteqîneyên civakî dûr dixe û ber bi derveyî meseleyên siyasî ve dikişîne.

Li Kurdistana Bakûr de nemaze piştî dîktaya 12 ê Îlonê dirûşmeya dewletê “civakek bêrêxistin” bû. Hetanî salên notan dewlet bi çavekî baş mêze nedikir bo ev rêxistinan û gelek astengî û zehmetiyan derdixist pêş wan. Lêbelê ev salên dawî de dewlet hem bi xwe rêxistinan ava dike û hem jî ev cûre rêxistina teşwîq dike. Her wiha îroj Kurdistana Bakûr bo rêxistinên civakî yên sivîl cihê cinnetê ye. Yek ji pîsporên navdar li ser RCS yan Michael Edwards dibêje; dewletên serdest bo berdewamiya desthilatiya xwe li ser neteweyên bindest îroj rêyekî nû kifşkirine ku ew jî rêxistinên civakî yên sivîl in. Bo pûçkirina naveroka mafên netewî/kêmnetewî û dewsa wan de pêşxistina maf û azadiyên ferdî ên nedirust, ev rêbaz bi kar ve tînine. Li Kurdistana îroyîn de mixabin ev tesbît pitir bi cih dibe. Nemaze li beşa bakûr de ev deh panzdeh salên dawî wisa dide xuyakirin ku weki şikli her cûre rêxistin heye belam wekî naverok mixabin ewên ku bêhna netewî jêt têt gelek kêm e. Her wiha îroj li Bakûr de dewlet bi rêya ev rêxistinan, xwe bi cih dike û cihê xwe her diçe têkûz dike. Dirûşmeya wî ya îro jî “rêxistina Kurdan lê bê fehma netewîtiyê” ye. Lêbelê şert û mercên niha ji her demê pitir dest dide bo rêxistinên civakî yên sivîl ên li ser xeta neteweyiyê. Lewre faktorên siyasî û civakî yên herêmê musaît e bo peydabûna guherînek bingehîn di ahenga hêzên civakî û binyada civakî de ku ew guherîn digel xwe fehmekî meşrûiyetek nû bînit da ku alternatîf be dewsa fehma meşrûiyeta niha yê bi cihbûyî. Îroj li Kurdistana Bakûr de peymanek civakî yê wisa nîne ku hevwelatiyên herêmê û dewleta serdest li ser xetekî de li hev bîne. Bervacî vî her diçe hesta aîdbûna legel desthilatiya dewletê ve lawaztir dibe. Par li Kurdistana Başûr de tevgera Komîteya Referandûm a Kurdistanê bi mîlyonan deng wergirt ku Kurd divên çarenûsiya xwe ew tayîn bikin. Ev bûyer di maneya tevgera rêxistinbûna civakiya sivîl de zor balkêş bû. Encamên ev referandûmê tesîra xwe hem li nava welêt hem jî li qada navneteweyî de rê da ku Kurd xwedî potansiyelek çawa nin. Li nava welêt da zor da li ser desthilatiya herdû hikumetan ku ew li ser xeta siyaseta Kurdistanî ve neqetine, her wiha li derve jî nîşan da ku Kurd xwedî ew înisayatîf in ku dişêne qedera xwe tayîn bikine. Şert û mercên serê sedsala bîstan û niha gelek dişibin hev, dîsa li herêma me de serûbinîbûnek mezin çêdibe. Çawa ku ew pêvajoya serê sedsalê hetanî cenga cîhanê ya duwemîn ajot niha jî ew pêvajo diyar e ku dê sî çil sal berdewam be. Her Kurdekî neteweperwer an aktivîstên rêxistinên civakî yên sivîl divê bifikire gelo çima rêxistinên weke KTC an KTTC bi heman navî ve ji nûve nête damezrandin. Gelo li Kurdistanê îxtimal heye ku rêxistinên civakî yên sivîl bêyî daxwazên siyasî tevbigerin û bi vî awayî xizmet bikin bo milletê xwe. Eger wisa be dê çi ferqa wan ji RCS yên derveyî hebe. Her wiha gotinê Edwards tê bîra mirov û emê dîsa vegerin serî û ev pirsa han bikin gelo civaka sivîl bixwe armancek e, an wasiteyek e? . Bi baweriya min li gorî bersîva me em ê xeta xwe jî diyar bikine.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]