Rêxistina Xebata Rojhilatê Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rêxistina Xebata Rojhilatê Kurdistanê
Sazmanî Xebatî Kurdistanî Êran
KurteSazmanî Xebat
Serokbabeşêx husênî
SirûdEy Reqîp
Cihê têkoşînêRojhilatê Kurdistanê
Malper
http://www.khabatmedia.com/

Rêxistina Xebata Rojhilatê Kurdistanê (bi navê xwe yê kurt Xebat) rêxistineke siyasî ye ku di sala 1980î de bi serokatiya Seyîd Celaledîn Hisênî ve hatiye damezrandin. Dema hatiye avakirin navê vê rêxistinê Rêxistina Xebata Neteweyî û Îslamî ya Kurdistana Îranê bû lê paşî hate guherandin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî damezrandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1979’an de li Îranê çendîn xwenîşandan li dijî desthilatdariyê pêk hatin, ku piştre bi navê şoreşa gelên Îranê yan jî şoreşa Îslamî hat naskirin, ji ber ku hemû pêkhateyên cuda yên Îranê di wê de beşdar bûn.  Encama vê şoreşê komara îslamî bû.[1][2][3] Destpêka şoreşa Kurdistanê li Mehabadê dest pê kir, piştre li Banê, bi serkêşiya Şêx Celal Huseynî, bi taybetî piştî merasîma cenazeyê Xan Ehmedê Xanî, bi dirûşmeyên cuda li dijî Şah meş û xwepêşandan kirin.  Şêx Celal êrîşî desthilatdarên Şahê Îranê kir û wan wek zalim bi nav kir û fesadî û xerabiyên vê hikûmetê ji xelkê re anî ziman.  Dikaribûn desthilatdariya Şah têk bibin û çend encumenên xwerêveberiyê ava bikin.  Piştî serketina şoreşê û rûxandina padîşahiyê, vegera Xumeynî ji Parîsê bo Tehranê û avakirina hikûmeteke demkî ya bi serokatiya karsazekî.[4] Hêzên Rojhilatê Kurdistanê bi serpereştiya Şêx Ezadîn Husênî ji bo gotûbêjkirina li ser mafên kurdan serdana Rêberê Bilind ê Înqilaba Îranê Ayetullah Elî Xamineyî kirin.[5] Lê ev serdan bi ser neket, ji ber ku desthilatdarên nû hilbijartî di wê baweriyê de bûn ku ev yek dê bibe sedema parçebûna Îranê û ji ber wê jî daxwazên Şêx Celal bi cih neanîn.  Her çiqas di destpêka şoreşê de piştgiriya xwe ji bo mafên Kurdistanê diyar kiribûn jî, piştî serkeftina şoreşê li dijî wê bûn.  Rêberên şoreşa Îranê ji bo hilbijartina sîstemeke nû ya desthilatdariyê biryara referandumê dan.  Yekane pirsa ku ji xelkê dihat kirin, mîrîtî yan jî Komara Îslamî bû.  Gelek kes li Îranê beşdar bûn, lê kêm Kurd ji ber ku di wê baweriyê de bûn ku referandum ti nîşana dayîna mafên Kurdan nemaye, bi taybetî Şêx Ezzedîn.  Di rojnameyeke Îranê de ragihandibû ku ew beşdarî referandûmê nabin.  Piştre jî hêzên din bi taybet Partiya Demokrat û Komala gel teşwîq kirin ku beşdar nebin.  Lê di dawiyê de referandum serketî bû û bû sedema avakirina komara îslamî.  Kurdên ku di serî de Misilmanên Sunî ne, bi piranî li dijî damezrandina teokratîka Şîa bûn.  Hêzên Xumeynî Kurd bi kafirî û cudaxwaziyê tawanbar kirin û êrîşî wan kirin.[6]

Di navbera Kurdan û hêzên Xumeynî de 3 meh in pevçûn derket.  Xumeynî Sadeq Xelxalî wek desthilatdarê rewa yê Kurdistanê destnîşan kir û hemû desthilat da wî.  Piştî wê Xelxalî çû Kurdistanê û ji kesayetên kurd alîkarî û piştgirî xwest lê hat redkirin.  Xelxalî li Banê êrîşî malbata Şêx Celal kir û ew kuştin.  Her wiha dest bi kuştin û îdamkirina kesên ku li dijî hikûmetê kar dikirin kir.  Vana bûn sedema qetlîama Qarne, qetlîama Qelatan û gelek bûyerên din.[7][8]

Damezrandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêxistina Xebat di 27’ê Tebaxa 1980’an de ji aliyê Şêx Celal ve bi alîkariya çend mamostayên olî yên ku piştgiriya neteweperestiya Kurdî-Îslamî dikirin, hate damezrandin.[9] Ev yek bû sedema meyleke nû li beşê Kurdistanê yê Îranê, ji ber ku rêxistineke wisa bi îdeolojiyek wisa nebû.  Beriya Xebatê, hemû partiyên din ên kurdî bi tundî çepgir bûn, ku kurdên olî piştgirî nedidan wan.  Xebat di sala 1980’an de li Baneyê kongreya xwe ya yekemîn bi navê kongreya damezrîner li dar xist.  Şêx Celal Huseynî wek kes û sekreter hat hilbijartin.  Li hember damezrandina Rêxistina Xebatê gelek kes ji Bane û Serdeştê bûn endamên rêxistinê.  Partiya Demokrat û Komala Ka ku du partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne, avakirina vê rêxistinê ne asayî dîtin û di wê baweriyê de bûn ku ji bo dijberiya wan û astengkirina xebatên wan hatiye avakirin.  Tevî ku Rêxistina Xebat diyar kiribû ku ew ne ji bo dijayetiya van partiyan hatine avakirin, lê armanca wan a sereke şerê li dijî hêzên rejîmê û bidestxistina mafên Kurdan bû.  Paşê ji ber çewisandinên mezin li ser rêxistinên kurdî ji aliyê Îranê ve reviyan Kurdistana Iraqê.  Xebat dem dem li ser sînor êrîşên pasewanên sînor ên Îranê dike.[10]

Îdeoloji[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avakirina Rêxistina Xebat di wê demê de bûyereke nû bû û ew ji rêxistinên din cuda kir.  Ji ber ku berî şoreşa Îranê û di dema şoreşa Îranê de, ewên ku beşdarî şerê siyasî û çekdarî li Kurdistana Îranê bûne, bi piranî ew kes bûn ku di hizra siyasî û bîrdozî de neteweperest, çep û sosyalîst bûn, ango di bin bandora hizra komunîstî û baweriyên çepgir de bûn.  Berevajî vê yekê, Komara Îslamî ya Îranê xwediyê 12 îmamên şîe bû, ku ev yek ji aliyê Kurdên misilman ên sunnî ve nayê qebûlkirin.  Ji ber vê yekê hebûna rêxistineke îslamî û neteweperest pêwîst hate dîtin.  Di wê baweriyê de bûn ku bi vî awayî mafên xwe bi dest dixin û sekulerîzm wê tu tiştî bi dest nexe.[11][12]

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "شۆڕشی ئیسلامی ئێران ١٩٧٩ ناونیشانی بابەتێک لە ماڵپەری مێژووی کورد (ئەرشیف٢٠١٦)". Roja gihiştinê ١٢ی کانوونی یەکەمی ٢٠٢٠. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî); Parametreya |بەستەری شکاو= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ناونیشانی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ڕێکەوتی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  2. ^ "بەبۆنەی ساڵیادی شۆڕشی گەلانی ئێران: پرسی کورد لەم وڵاتەدا". Roja gihiştinê ٧ی ئەیلوولی ٢٠٢٠. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî); Parametreya |بەستەری شکاو= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ناونیشانی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ڕێکەوتی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  3. ^ "مێژووی ھاوچەرخی ئێران". Roja gihiştinê ٧ی ئەیلوولی ٢٠٢٠. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî); Parametreya |بەستەری شکاو= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ناونیشانی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ڕێکەوتی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  4. ^ "خومەینی گەڕایەوە بۆ تاران بزانە دوایی چی بەسەر ھاوڕێکانی ھێنرا ماڵپەری لڤین (ئەرشیف٢٠٢٠)". Roja gihiştinê ٧ی ئەیلوولی ٢٠٢٠. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî); Parametreya |بەستەری شکاو= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ناونیشانی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ڕێکەوتی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  5. ^ "ئەو مەلایەی لە مزگەوتدا خودا و لە دەرەوە کوردی دەپەرست". Roja gihiştinê ٧ی ئەیلوولی ٢٠٢٠. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî); Parametreya |بەستەری شکاو= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ناونیشانی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ڕێکەوتی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  6. ^ "ھەموو شتێک لەبارەی شۆڕشی ١٩٧٩ی ئێران لێکۆلینەوەیەک لە ماڵپەڕی پەیسەر (ئەرشیف٢٠١٩)". Roja gihiştinê ٧ی ئەیلوولی ٢٠٢٠. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî); Parametreya |بەستەری شکاو= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ناونیشانی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ڕێکەوتی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  7. ^ "کۆمەڵکوژی لە کوردستان لەزاری شایەتحاڵان و لە دووتوێی ئامارەکاندا + ڤیدیۆ (ئەرشیفی کوردپا ٢٠١٢)". Ji orîjînalê di 2020-12-12 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê ١٢ی کانوونی یەکەمی ٢٠٢٠. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî); Parametreya |بەستەری شکاو= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ناونیشانی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ڕێکەوتی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  8. ^ "نەورۆزی خوێناوی سنە چۆن بوو؟ بابەتێک لە ماڵپەری پەیسەر (ئەرشیف٢٠١٩)". Roja gihiştinê ٧ی ئەیلوولی ٢٠٢٠. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî); Parametreya |بەستەری شکاو= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ناونیشانی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ڕێکەوتی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  9. ^ "لە ئەرشیفی دیمانەکانی مامۆستا سەید جەلال حوسێنی، وتووێژی مامۆستا سەید جەلالەددینی حوسەینی لەگەڵ گۆڤاری k٢١(ئەرشیف ٢٠٠٨ ا)". Roja gihiştinê ٧ی ئەیلوولی ٢٠٢٠. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî); Parametreya |بەستەری شکاو= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ناونیشانی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî); Parametreya |ڕێکەوتی ئەرشیڤ= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  10. ^ کتێبی سازمانی خەباتی نەتەوایەتی و ئیسلامی ئێران ١٩٨٠–١٩٨٧ نوسنی ڕابەر سیوەیلی و ژیلوان ھەڵەدنی
  11. ^ Ahmadzadeh, Hashem; Stansfield, Gareth (2010), "The Political, Cultural, and Military Re-Awakening of the Kurdish Nationalist Movement in Iran", Middle East Journal, cild 64, rr. 11–27, JSTOR 20622980
  12. ^ پەیڕەو و پڕۆگرام

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]