Rêzan Tovjîn

Ji Wîkîpediya

Rêzan Tovjîn

Rêzan Tovjîn di sala 1978'an de li Dêrika Çiyayê Mazî hate dinê. Kalanên wî di sedsala 16'an de ji Culemêrgê hatine Dêrikê û mezra Meşkîna Lêf (Girik) ji Mala Hecî Sînan kirîne. Ji ber ku bavê wî Mele Na'met meletî dikir, zarokatiya wî li gundên Dêrik, Qoser û Mêrdîn derbas bû. Dibistana Seretayî li gundê Xerabreşkê yê girêdayî Dêrikê (Mêrdîn), dibistana navîn li gundê Hêşeriyê yê girêdayî Qoserê kuta kir. Dibistana Amadehiyê jî li navenda Mêrdîn xwend. Lê ji ber ku wê demê di rojnameya Ozgur Gundem de dixebitî carekê hate binçavkirin û cara duyem bi angaşta ku endamê PKK'ê ye hate girtin. Tovjîn 12 sal û 6 meh seza girt. Di girtîgeha Mêrdîn de nêzî 2 salan li girtîgeha Trabzonê 4, li girtîgeha Mehsertê jî 6 mehan raza. Ji sedema ku 17 salî hatîbû girtin, nîvê cezayê xwe raza û derket.


Di sala 1995'an de dest bi nûçegihaniya kurdî kir ji bo rojnameya Welatê Me ku wê demê heftane dihate weşan. Piştî ku hate girtin jî têkiliya xwe ya bi kurdî re xurtir kir. Di girtîgehan de ji bo kovarên girtiyan nivîsî. Li Mêrdîn "Raperîn" û li Trabzonê Çanda Berxwedan. Ev kovar bi tîpnivîsê dihatin amadekirin û bi tenê 9-10 hejmar çap dibûn.

Piştî girtîgehê li Qosera (Mêrdîn) "Atolyeya Wêjeya Kurdî" bi armanca nirxandina wêjeya kurdî (15 Gelawêj 2003) vekir. Di heman rojê de malperek jî bi armanca pêşxistina nirxandina wêjeya kurdî (www.nirxandin.com) vekir. Nirxandin.com yekemîn û tekane malpera rexnegirî, danasîn û nirxandina wêjeya kurdî bû. Wî bi riya Atolyeya Wêjeya Kurdî û malpera Nirxandin gelek pirtûkên kurteçîrokên kurdî nirxand.

Di 5'ê meha Adarê de perwerdeyên Atolyeyê qedand û Atolyeya Wêjeya Kurdî girt û derbasî rojnameya Azadiya Welat a heftane bû, ku navenda wê li Amedê bû. Di rojnameyê de dest bi edîtoriya beşa Çand û Hunerê û beşa Zarokan kir.

Di meha Gelawêja 2004 de bi beşdariya 11 nivîskarên kurd dest bi xebata Kovara W kir. Kovara W yekemîn û tekane kovar e ku li bakur bi Înisiyatifîa Nivîskarên Kurd hate derxistin. Hejmara yekemîn a kovarê di 1'ê rezbera 2004'an de derket.

Di avakirina Pena Kurd a Amedê de cih girt û ji bo ev sazî bibe endamê PEN a Navnetewî hewl da. Di kongreya yekemîn a awarte ya vê saziyê de wekî endamê rêveberiyê hate hilbijartin. Di rêveberiyê de berdevkiya çapemeniyê, hesabgirî, berpirsiyariya lijneya ziman û wergerê û sekreterî kir. Di 26'ê avrêla 2005'an de pergala serokatiyê hate rakirin û Tovjîn wekî Berdevkê Demê yê komeleyê hate hilbijartin. Di Berfanbara 2005'an de ji vê peywira xwe îstifa kir.

Di avakirina Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman (Karger) de cih girt. Vê komeleyê di Berfanbara 2005'an de yekemîn Kovara komputergerî bi navê Kovara Pckurd derxist û hejmara yekemîn wekî ceribandin weşand. Bi riya Kargerê hewl da ku xebatên komputergeriya kurdî bi pêş bixe, digel Koma Pckurd. Di sala 2006'an de kovara komputergeriyê ya bi navê Bername NET bi edîtoriya wî dest bi weşanê kir. Lê ev kovar jî ji hejmara yekemîn û pê ve rawestiya. Komeleya Karger jî di dawiya 2006'dan de fesih bû.

[biguherîne] Xebatên Di Warê Komputerê De

geroka Opera û Avant Browser, scriptên wekî PostNuke, Mambo, Joomla, Php-Fusion, Squirrel Mail û bernameyên wekî anti-spyware a Winpooch û Ad-aware, PSPad, FTPFileZilla cara yekemîn wergerand. Digel Erdal Ronahî û Rizoyê Xerzî bernameya Abiword wergerand kurdî. Di warê zimanên nivîsbariyê de li Akademiya Rahihandinê ya HABITAT a Amedê de wekî mamosteyê Akademiya CISKO'yê ji sala 2009'an û pê ve perwerdeya zimanên C++ ê PHP'e da.

Edîtoriya yekemîn kovara komputerî û înternetê Kovara Pc Kurd û Bername NET kir. Di warê komputergeriya kurdî de gelek e-pirtûk nivîsand. Çend ji van e-pirtûkan jî ev in:

  • Di Localhostê de Sazkirina Joomla
  • Di Localhostê de Rêveberiya Joomla
  • Li ser Pêşkêşker Sazkirina Joomla
  • Li ser Pêşkêşker Rêveberiya Joomla
  • Sazkirin û Bikaranîna PDFCreator