Robert C. Bak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Róbert Bak hat beralîkirin)
Robert C. Bak
Jidayikbûn14 çiriya pêşîn 1908 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin15 îlon 1974 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
New York City Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîMecaristan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Mamosteyê/ya zanîngehê li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Róbert Bak, herwiha: Robert C. Bak (jdb. 14ê çiriya pêşîn a 1908an li Budapeşt ; m. 15ê îlona 1974an li New York City) psîkoanalîstekî navdar ê mecar-amerîkî bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Róbert Bak sêyemîn lawê malbateke xweşhalî ya cihû bû. Heya sala 1993 li Zanîngeha Loránd-Eötvös perwerdeya bijîşkî û ji Imre Hermann (1899–1984) jî ya psîkoanalîzê digire.

Piştî perwerdeyê li saziya dewletê ya bi navê Lipótmező (Országos Pszichiátriai és Neurológiai Intézet) û li klînîka psîkiyatrî û tûrenasiyê ya Zanîngeha Bûdapeştê dixebite.

Li ser şokterapiya bi însûlînê lêkolînan dike û bi tevî Ladislas J. Meduna li Bûdapeştê terapiya Kardîazol-Krampê bipêş dixe.

Di dema Nazîyan de ji ber cîhûbûna xwe tê girtin, wî dişînin karkirina mecbûrî lê sala 1941 bi awayekê xwe dide berdan û direve DYAyê (7ê hezîrana sala 1941).

Li New Yorkê wekî psîkiyatrîst û psîkoanalîst kar dike. Di demekê kurt de navdar dibe, bala derûnnasên din dikişîne. Ji sala 1957 heya 1959 serokatiya civaka psîkoanalîstên New Yorkê (New York Psychoanalytical Society). Wekî profesorê mêvan li Albert Einstein College of Medicine dersdariyê dike.

Hevalên wî Phyllis Greenacre, Edith Jacobson û Margaret Mahler bûn, herwiha Heinz Hartmann jî. Sala 1969 diçe serdana mamosteya xwe Imre Hermann, bo 80. rojbûyîna wê. Xebatên wî li gelek zimanan hatine wergerandin.

Nivîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zur Frage des Wirkungsmechanismus der Cardiazolschock-Behandlung - Li ser pirsa mekanîzmaya kardîazolşok teraoiyê. Nervenarzt - Tûrenas 12 (1939), S. 444–449.
  • T. Lehoczky, M. Eszenyi, B. Horányi-Hechst, Robert Bak: Katamnestische Untersuchungen über die Insulin-Schock und Konvulsionstherapie der Schizophrenie - Pişkînên katamnestîk ên li ser însûlinşok û konvûlsiyonterapiya şîzofreniyê. Zschr. Neurol. Psychiatr. 166 (1939), S. 24–80.
  • Temperamentur-Orientierung und Überfliessen der Ichgrenzen in der Schizophrenie. Schweizer Archiv für Neurologie, Neurochirurgie und Psychiatrie, 46 (1941) S. 158–177.
  • Fetishism. Journal of the American Psychoanalytical Association, 1-2 (1953) S. 285–297.
  • Aggression and perversion. In: Sándor Lorand (Hrsg.), Perversions: psychodynamics and therapy. Random House, New York 1956, S. 231–240.
  • The phallic woman: The ubiquitous fantasy, Psychoanalytic Study of the Child, 23 (1968), S. 16–36.
  • Being in love and object loss. International Journal of Psycho-Analysis, 54 (1973) S. 1–8.

Çavkanî ( bi almanî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Paul Harmat: Freud, Ferenczi und die ungarische Psychoanalyse Edition Diskord, Tübingen 1988, ISBN 3-89295-530-1. Übersetzung von: Harmat Pál: Freud, Ferenczi és a magyarországi pszichoanalísis. Európai Protestáns Magyar Szabadegyetem, Bern 1986, ISBN 3-85421-017-5.
  • Uwe Henrik Peters: Psychiatrie im Exil : die Emigration der dynamischen Psychiatrie aus Deutschland 1933–1939, Kupka, Düsseldorf 1992, ISBN 3-926567-04-X.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]