Rûviya zirav
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rûviya zirav[1] navê organê sîstema hezmê ye ku di navbera mîde û rûviya stûr de ye. Ev organ di laşê mirovên gihayî de nêzîkê 5-6 metreyan dirêj e. Hinga mirov dimirin ,di dema otopsiyê de mirov lê binêrin dibînin ku rûviya zirav %50 dirêjtir dibe. Hezma kîmyayî ya rûnan pêşî di rûviya zirav de pêk tê. Bi hatina zefran û ava pankreasê dehandina rûn, karbonhîdrat û proteînan pêk tê. Xurdemenî di rûviya zirav de heta molekulên herî biçûk parçe dibin. Ev molekul ji rûviya zirav ber bi demaran ve tên mêtin. Di bûmbarê de hem dehana kîmyayî hem jî ya fizîkî pêk tê. Rûviya zirav ji sê beşan pêk tê:
- Dozdehgirêk (Duodenum) 25 cm
- Rûviya birçî (Jejunum) 1.4 m
- Rûviya badayî (Ileum) 3.5 m
Çavkanî [biguherîne]
- ↑ Hüseyin Bektaş (2004)
|
|||||||||||