Rıfat Ilgaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mehmet Rıfat Ilgaz (* 1911 li Kastamonu - † 7'ê tîrmehê 1993 li Stenbol), helbestvan, nivîskarekî navdar ê romî (tirk) bû. Bi romana xwe ya Hababam Sınıfı (Pola Hababam) hat naskirin ku ji vê romanê rêzefîlmek hat kişandin.

Xwedî nêrînên demokrat û çepgir bû. Helwesta wî ya bo bicihanîna maf û daxwazên kurdan nêzîkî ya çepa tirk bû. Nedixwest kurd çarenûsa xwe bi xwe terxan bikin, dixwest di bin desthildariya Tirkiyeyê de hin mafên wan ên çandî bên naskirin.