Rastî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Walter Seymour Allward, Veritas, 1920

Di ferhengan da, bi awayekê giştî rastî bi ramanên mîna li goreyê tiştên heyî, li goreyê rewşê an li goreyê ketwarê dihêt ravekirin. Lê di felsefeyê da çi pênase û raveyên wesa nînin ko hemî feylesof li ser lihevhatibin. Gelek hizirdoz behsa rastiyê dikin û li nêhêrînxalên cidacidayên mîna çawayî ya pênasekirina rastiyê, pêkhateyên rastiyê, rolê zanînê di eşkirabûna rastiyê da, û kanê rastî tiştekê objektîv, subjektîv, serberdayî (absolut) an rêjeyî (relative) e an ne li babetî hûr dibin.

Hizirdozên felsefî yên giring[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karekê sanahî nîne ko bihêt gotin ka bi çi mercan, kengî û çawa peyvek, çevengek (symbol) an hevokek derheqa kesekî, komekê an tiştekî an êemkekê da rast e.

Her yek ji hizirdozên behsa gewherê rastiyê dikin, bi awayekê wesa behsa rastiyê dikin dibêjî qey rastiyê xweriskek, gewherek heye an jî rastî tiştek e ko bi serbihura mirovan ve tiştek derheqê wê heye.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berahî