Realîzm (siyaset)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Realîzma siyasî di çarçoveya pêvendiyên navneteweyî de gelek teorî û boçûnan vedigire, hemî di vê de hevpar in ku dewlet bi awayekî destpêkanî bi hez û xwestekên leşkerî û aborî û desthilat û tenahiyê dixebitin. Xebata wan ne tiştekî bîrûbaweran an exlaq û sincî ye. Ev cureyê nihêrîn gelek caran hevramana siyaseta desthilatê tê hesibandin.

Saloxetên hevpişik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teoriyên li dor realîzmê di van saloxetan da hevpişik in:

  • Welat bi tevayî lîstikvanên jîrmend in ko bi awayekê jîrane li pey berjewendiyên xwe yên neteweyî diçin. Reşbîniyek di piştbestinên dirêjdem bi hevalbendiyan ra heye.
  • Tiştê ko dikarit berjewendiya neteweyî bin pê bikit ewlehiya neteweyî û mana welatî ye.
  • Jibo ewlehiya neteweyî welat jêderên xwe berfireh dikin.
  • Tikhiliyên welatan bi hev ra li ser rêjeya desthilata wan ya leşkirî û aborî dimînit.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Realîzma êrîşber

Hans Joachim Morgenthau

John Mearsheimer

Robert Gilpin

Raymond Aron

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]