Receb Dildar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Receb Dildar
Jidayikbûnsala 1958
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PerwerdeZanîngeha Dîcleyê
PîşeHelbestvan û nivîskar
Salên çalak1981 - niha
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Receb Dildar (jdb. sala 1958 li Çinarê, parêzgeha Diyarbekirê) helbestvan û nivîskarekî kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşiyên Receb Dildar ji navçeya Karazê ku wê demê gundekî li ser Licê bûye, derbasî deşta Çinar'ê bûn. Receb Dildar di sala 1958'a de li gundê Bedulyê hatiye dinê, lê malbata wî li wir zêde nesekiniye, ji wir bar kiriye û çûye Amedê li gundê Elîparê bi cî bûye. Receb Dildar bi xwe li Elîparê mezin bû. Wî xwendegeha pêşîn li Elîparê, ya navîn li Amedê qedand. Paşê ji bo xwendegeha mamostatiyê ew çû bajarê Kırşehirê û çar sal li wê derê ma. Di sala 1976'a de li Amedê dest bi karê mamostatiyê kir. Di sala 1982'ê de ji ber xebatên siyasî hate girtin û heta sala 1987'a di girtîgeha Amedê de ma. Piştî salên girtîgehê heta sala 2002'ê wî di şîrketeke dermanan de kar kir. Paşê li Amedê bi navê Huner dikanekî kitêbfiroşiyê vekir. Di sala 2004'a dikan xwe girt û aniha emeklî ye. Receb Dildar zewiciye û çar zarokên wî hene. Helbestvan Gulîzer û çîroknûs Murad Dildar zarokên wî ne.[1]

Jiyana nivîskariyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cara pêşîn di sala 1982an de di kovara Dengê Kurdistan de helbestên wî weşiyan. Paşê di rojnameya Fıratta Yaşam de, di navbera salên 2002 û 2003an de, di quncika Dilopên Jiyanê de gelek gotarên wî weşiyan û ji sala 2000an û virde di gelek malper û kovarên kurdî de nivîsên wî weşiyane. Pirtûka wî a pêşîn a helbestan e. Pirtûk di sala 2003an de bi navê Kewê Canê ji weşanxaneya Gun-Hîvron derket. Receb Dildar wekîdin romaneke Seyit Alp wergerand kurdî û pirtûk di sala 2005ê de bi navê Dewran di nav weşanên Dozê de hat çapkirin. Di pêşbaziya çîrokên zarokan a Şaredariya Sûrê de çîroka wî a bi navê Şîno xelata yekemînî girt. Dîsa di pêşbaziya çîrokan a kovara Nûbiharê de çîroka wî a bi navê Veger bû yekemîn. Di 2008an de Weşanxaneya Avestayê çîrokên Receb Dildar bi navê Şikefta Xwekuştinê kir pirtûk û gîhand ber destê xwendevanan.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Roman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]